BI DÎMEN

Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala 'Ruhê Rûsyayê' de tê nîşandan

Li peytexta Federasyona Rûsyayê, Moskowê li avahiya “Gostîny Dvor” 2’ê Gulanê festîvala navneteweyî ya hunerê bi navê “Ruhê Rûsyayê” destpê kir. Festîvala ku çanda Kurdî nîşan dide, wê heya 8’ê Gulanê bidome.

Festîval her sal bi armanca pêşxistina diyaloga çandî tê lidarxistin.

Festîval bernameyek dewlemend pêşkêş dike ku di nav de pêşangeh, pêşbirk, pêşandanên modayê û kincên dîrokî hene. Îsal di festîvalê de herî zêde balê tê kişandina li ser Kurdistanê. Bernameya çanda Kurdî di 2, 4 û 6’ê Gulanê de tê lidarxistin. Di çalakiyan de govendên kevneşopî, stranên neteweyî û çand û adetên daweta Kurdî têne nîşandan.

Di pêşangehan de jî berhemên hunera gelêrî û kincên neteweyî yên ji Kurdistanê têne nîşandan. Her wiha di çerçoveya festîvalê de şano jî têne lîstin.

Festîvala “Ruhê Rûsyayê” wek platformek diyaloga çandî di navbera gelan de tê lidarxistin û beşdariya çanda Kurdî di vê salê de bala gelek kesan kişandiye.