BI DÎMEN

Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bi tevlîbûna lîstokvanên filmê ‘Dema Dirîreşkan’ û gel film hate pêşandan.

DEMA DIRÎREŞKAN

Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengiya komuna SineMexmûr filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan.

Di vekirina pêşandana film de di şexsê du endamên film şehîd Mansur Kerimyan û Mehmet Emîn Yalçinkaya de, ji bo hemû şehîdan deqeyek rêz hate girtin.

Piştre ji lîstokvanên film Şemzîn Şîn û Serhat Guler axivîn.

Ji Mexmûrê gelek welatî weke lîstokvan û fîguran tevlî film bûn ku sala 2017’an li qada Pêncewîn a Başûrê Kurdistanê hate kişandin. Produksiyona film ji aliyê Med Film, Demkat Film û komuna Rojava Film ve hatibû temamkirin û weşandin.

Alîkarê derhêner Numan Yîgît ji ber şert û mercan nekarî beşdarî bernameya film a li Mexmûrê bibe, bi peyameke bi dîmen tevlî bû.

Bername li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê hate lidarxistin. Endamên Komuna SineMexmûr, lîstokvanên film û gel tevlî bûn. Di dema bernameyê de lîstokvanên di film de cih girtine, hestên xwe anîn ziman. Selîm Tarhan, Sûltan Yildiztan û Ayşe Arzû mafê axaftinê girtin.

Di dawiya bernameyê de dîmenên li pişt perdeya film hatin temaşekirin, zehmetî û keda kolektîf a hatî dayîn hate pêşandan.