BI DÎMEN

Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

Parlamentera berê ya HDP'ê Nursel Aydogan, di Festîvala Azadiyê ya li bajarê Leipzig ê Elmanyayê de axivî û got, “Em di vê pêvajoyê de tenê û tenê ji Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bawer dikin.”

Li bajarê Leipzig ê Elmanyayê di çarçoveya çalakiya Cejna Vejînê ya 27'ê Mijdarê de, çalakiya Festîvala Azadiyê hat lidarxistin.

Gelek kes, û di nav wan de parlamentera berê ya HDP'ê Nursel Aydogan jî, beşdarî çalakiyê bûn.

Hunermend Hozan Xemgîn Bîrhat û gelek komên muzîkê beşdarî çalakiyê bûn. Di dema çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Parlamentera berê ya HDP'ê Nursel Aydogan diyar kir ku gelê Kurd bi dehan sal in ji bo nasîna nasname û hebûna xwe têkoşîneke mezin dimeşîne û got, yên ku di qonaxa gihîştina azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, roleke diyarker lîstine.

Nursel Aydogan destnîşan kir ku 27'ê Mijdarê ji bo têkoşîna azadiya Kurd rojeke dîrokî ye û bi bîr xist ku ev dîrok îşaret bi damezrandina PKK'ê di sala 1978'an de li gundê Fis ê navçeya Licê ya Amedê dike.

Nursel Aydogan anî ziman ku Rêber Apo bi salan e banga aştî û çareseriya demokratîk dike, lê dewletê demeke dirêj bersiveke erênî nedaye van bangewaziyan.

Nursel Aydogan da zanîn ku tevî vê yekê Rêber Apo dev ji hewildanên xwe yên ji bo aştî û çareseriya demokratîk bernedaye û got, pêvajoya ku hatiye îspat dike ku têkoşîna gelê Kurd nayê tasfiyekirin.

Nursel Aydogan diyar kir ku pêvajoyeke nû dest pê kiriye û wisa got: “Ji bo me Muzakerevanê Sereke Birêz Ocalan e. Gelê Kurd dibêje, em ji dewletê bawer nakin. Em di vê pêvajoyê de tenê û tenê ji Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bawer dikin. Çiqas em vê pêvajoyê baş fêm bikin, ewqas em ê der barê pêvajoyê de zelal bin.”

Çalakî piştî axaftinan bi konserta muzîkê û govendê bi dawî bû.