KNK: Rojbûna Îsa Mesîh cejna Noelê pîroz be
KNK'ê cejna Noelê li Mesîhiyan pîroz kir û hêviya xwe ya ji bo aştî, aramî, xêr û xweşiyê ji bo tevahiya mirovahiyê anî ziman.
KNK'ê cejna Noelê li Mesîhiyan pîroz kir û hêviya xwe ya ji bo aştî, aramî, xêr û xweşiyê ji bo tevahiya mirovahiyê anî ziman.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê rojbûna Îsa Mesîh cejna Noelê bi peyamekê pîroz kir.
KNK'ê got, "Rojabûyîna Îsa Mesîh li cîhana Mesîhîyê rojeke pîroz e û cejneke sereke ye. Bi vê armancê her sal, roja 25'ê Kanûna Pêşîn, weke roja bûyîna Îsa Mesîh tê pîrozkirin. Rojên pîroz ên dînî, di hemû dînan da bihadar in, meqbûl in. Her dîn, van rojên xwe yên girîng bi coş û şahî û seremoniyên mezin li nav xwe û perêsgehên xwe pîroz dikin."
Peyama KNK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Ji destpêkê pê ve Mesîhiyet li erdnîgariya Kurdistanê belav bûye. Cejna Noelê nêzîkî 2000 salane li Kurdistanê tê pîrozkirin û bûye cejneke sereke ya welatê me.
Li Kurdistanê nifûseke zêde ya bawermendên Îsa Mesîh û kitêba pîroz Incîlê hene û hevwelatiyên bi qedr û qîmet in. Di nav KNK'ê de jî hevwelatiyên Mesîhî têne temsîlkirin.
Bi munasebeta vê roja pîroz, KNK di serî de Noela Mesîhîyên Kurdistanê û ya hemû Mesîhiyên Cîhanê, bi rêz û hezkirineke bilind pîroz dike. Em hêvî dikin ev roja pîroz bibe sebebê aştî, aramî, xêr û xweşiya mirovahîyê li her derê cîhanê."