BI DÎMEN

Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

Endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Jinan a Hilala Zêrîn li ser berxwedana li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê klîbek amade kirin.

Endamên Navenda Hîlala Zêrîn a Çand û Hûnera Jinê, bi hunera xwe piştgirî dan berxwedana li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û stranek amade kirin. Stran ji aliyê Xwezan Harûn û Feride Rapo ve hatin gotin.

Klîba stranê ji aliyê NûJinhayê Maysa El Ebbas ve hat çêkir. Endamên Navenda Hîlala Zêrîn derbarê stranê de ev agahî dan: “Em vê stranê di şexsê fermandarê Asayîşa Hundirîn Ziyad Heleb ê li Helebê şehîd bû de, diyariyî şehîd û berxwedêrên taxa Şêxmeqsud û Eşrefiyê ku li dijî çeteyên hûkûmeta Şamê û dewleta Tirk bi lehengiyek li ber xwe dane, dikin.”

Strana ‘Du Tax’ bi vî rengî ye:

Du tax, du bax mûrweriya Helebê,

Dibiriqe xeleka ji agirê

Bû can bu stran hembêza berxwedêran

Bû jan ket ser dil û çavê wan dagirkeran

Şaxên zeytûn in vebûn li sînga taxa me

Libên wê gulê ne lê dide, bi hezar tol lê heye

Tû wê binkevî bêdengî  ji te natirsin

Emê pejna xwe lê kin

Bikin qîr da ku jîn bikin.

Wey lê hey lê de hayê

Hûn ê çawa bigirin li ser kefa destê min

bêhna axa min ê lê?

Hûnê çawa ji roniya çavê min

bibin lewendiya destê keç û xortên xaka min ê lê?

Ewê keleha Helebê rakin seba xatira Dimdimê û Cizîrê

Wê morîkên sorgulî deynin eniya ber

û newalê bost bi bost bixemlînin lê

Wê darên zeytûnê bigrin, bikevin dîlan û halanê.