Civîna Bilind a NATO’yê û pêvajo

Ji vê yekê qet guman tuman tune ye: Armanca domandina komkujiya Kurdan a bi serkeftî, hê jî li pêşiya dewleta Tirk û desthilatdariya AKP’ê weke armanca sereke ye. Hemû hewla wê jî ji vî aliyê ve li ser xurttirkirina erêkirina NATO’yê ye.

Civîna Bilind a NATO’yê ya ku ew demeke dirêj bû amadehiyên wê û propogandaya wê dihatin kirin, dawiyê a niha li Enqereyê tê kirin. Derdorên antîkapîtalîst hevdîtina berbehs protesto dikin, diyar e ku rêveberiya Tayyîp Erdogan ji hevdîtinê gelek tiştan hêvî dike. Weke beşdariya Kûpaya Futbolê ya Cîhanê ya piştî 24 salan, ji bo ku hevdîtina NATO’yê jî bi rûreşî derbas nebe hewleke mezin tê dide. Ew qas kes girtin û serî li zextê da ku hema bibêjin nahêle çivîk jî bifirin.

Hevdîtina NATO’yê ya sala borî li gel nîqaşan derbas bûbû, hema bibêjin veguherîbû pêşbirkeke xweçekkirin û pêngavekê. Li hemberî vê yekê Tevgera Azadiya Kurd jî di çarçoveya Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de di 11’ê Tîrmehê de merasîma şewitandina çekên 30 gerîlayan li dar xist û nîşan dabû ku divê helwesta rastîn a gelan û sosyalîstan çawa be. Nîşanî hemû cîhanê dabû ku li gel çekan azadî pêk nayê.

A niha em di salvegera her du bûyeran de ne. Tê diyarkirin ku NATO wê di vê civînê de plana vesazkirina ji nû ve qebûl bike. Gelek neyê eşkerekirin jî tê fêmkirin ku di navbera tifaqê de pirsgirêkên girîng hene. Dîsa li pêşiya tifaqa NATO’yê pirsgirêkên ku divê çareser bike, hene. Baş e NATO wê bikaribe li gel hevdîtina li Tirkiyeyê tê kirin pirsgirêkên berbehs çareser bike? Em ê li gorî agahiyên ku di dawiya hevdîtinê de werin parvekirin, hewl bidin van yekan fêm bikin.

Ji niha ve ya ku tê xuyakirin ew e ku êdî DYE nikare xwe bispêre NATO’yê û tişta ku dizane bike. Tiştên ku di şerê Îranê de rû dan ev yek hinekî nîşan dan. Belkî jî veqetînên berbehs wê zêdetir xwe nîşan bidin. Ev hevdîtin jî wê li gel hevdîtin û lihevkirina du aliyan a welatên endam derbas bibe.

Helbet divê ji aliyê dewletan ve were fêmkirin ku rewşa NATO’yê çawa ye, lê belê gel, sosyalîst û hêzên demokratîk jî hene. Divê ji aliyê van ve jî girîngî pê were dayîn ku wê ev hevdîtin çawa derbas bibe. Diyar e ku wê ev derdor pirsên xwe yên têkildarî hebûna NATO’yê bidomînin. Wê pirsa ‘’Gelo bi rastî jî NATO hewce ye?’’ zêdetir were nîqaşkirin.

Bi qasî tê dîtin yek ji hêza ku ji NATO’yê gelek tiştan hêvî dike, desthilatdariya AKP’ê û dewleta Tirk e. Rewşa şerê li Îranê ev hêviyên desthilatdariya AKP’ê zêdetir kirine. Xwe ji civîna NATO’yê re li gel biryara ‘butlana teqez’ ya têkildarî CHP’ê û girankirina Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk amade kir. Eşkere ye ku dixwaze bi awayekî van bi NATO’yê bide erêkirin. Ji aliyekî ve ji bo berdewamkirina rêveberiya Tayyîp Erdogan piştgiriya derve distîne û ji aliyekî ve jî ji bo tesfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd hewl dide piştgiriyeke mezintir dabîn bike.

Pir eşkere ye ku propogandaya ‘’yasaya çarçove’’ ya di dema dawîn de zêde bûye, lê belê rewşa neavêtina tu pêngavan girêdayî vê yekê tê rojevê. Dîsa seredana bidetay a Serokê MIT’ê Îbrahîm Kalin a ji bo Iraqê jî di vê çarçoveyê de hatiye kirin. Ji vê yekê qet gumana me tune ye: Armanca domandina komkujiya Kurdan a bi serkeftî, hê jî li pêşiya dewleta Tirk û desthilatdariya AKP’ê weke armanca sereke ye. Hemû hewla wê jî ji vî aliyê ve li ser xurttirkirina erêkirina NATO’yê ye.

Ger desthilatdariya AKP’ê di mijara komkujiya Kurdan de piştevaniya NATO’yê bistîne wê hemû xwestekên NATO’yê bi cih bîne. Di rewşeke bi wî rengî de wm hegemonyaya Îsraîlê ya li ser Rojhilata Navîn jî qebûl bike û federasyona Qibrisa Bakur jî.  Di vê çarçoveyê de tawîzeke ku desthilatdariya AKP’ê nede û nirxekî li Tirkiyeyê neke mijara bazirganiyê tune ye. Di vê çarçoveyê de tu kesên ku li gel têkiliyan pêş nexe û li hev neke, tune ye. Divê gelê Kurd û hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê vê rastiyê tu caran ji bîr nekin.

Gelo NATO wê piştgiriyeke bi vî rengî bide Tirkiyeyê? Bê guman ev pirseke girîng e û ji bo fêrbûna bersiva wê yan jî fêmkirina wê divê em bixebitin. Tişta ji vê yekê girîngtir ew e ku divê ji bo derbaskirina desthilatdariya AKP’ê ya heyî hewl werin zêdekirin û hêz jî werin yekkirin. Yanî ji bo serkeftina Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk karkirina bi hev re. Divê ji desthilatdariya AKP’ê re derfet neyê dayîn ku pêvajoyê xirab bike yan jî giran bike.

Diyar e ku desthilatdariya AKP’ê di vê mijarê de serî li gelek aliyan dide û şerê psîkolojîk ê taybet gelekî bi kar tîne.  Divê hemû kes li hemberî vê yekê hişyar be û li hemberî şerê psîkolojîk ê taybet xwe nede xapandin. Her wiha erkên me ya pûçkirin û bêbandorkirina  deq û dolabên şerê taybet jî hene. Diyar e ku divê em bikaribin vê yekê bikin. Ger Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniya xwe ev lîstik xirab nekira, diyar e ku wê gelek derdor li hemberî deq û dolabên berbehs bihatana xapandin û roleke berovajî nîşan bidana.  Pireşkere ye ku Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê tam di dema wê de mudaxele kiriye û deq û dolabeke şerê taybet a xeternak têk biriye. Di vê çarçoveyê de bi awayekî cidî gelek derdor hişyar kirine ku li hemberî vê yekê baldar bin. Divê hemû kes li hemberî hişyariyên berbehs baldar bin û bi tu awayî li hemberî lîstikên şerê taybet neyên xapandin. Ji ber ku derdorên desthilatdariyê bi awayekî talûke dilîzin û hewl didin derdorên welatparêz û demokratîk jî li gel lîstikên xwe bi kar bînin.

Ger em bala xwe bidinê ev 45 roj in li gel Rêberê Gelê Kurd bi tu awayî hevdîtin nayênkirin û li Îmraliyê tecrîdeke tam tê sepandin. Her wiha li gorî daxuyaniya Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê, wê sê rojan piştî Cejna Qurbanê biçûna Îmraliyê û li gel Rêber Abdullah Ocalan pêşnûmaya ‘’yasaya çarçove’’ yan jî ‘’bingehîn’’ a li ser hate lihevkirin, nîqaş bihatana kirin. Encam wê li gel nivîsa Rêber Abdullah Ocalan bişandana Qendîlê û wê têkildarî yasayê nêrînên Rêveberiya Tevgera Azadiyê bihata standin. Wê ev pêşnûna beriya ku Meclîs bikeve betlaneyê bihata qanûnîkirin.

Eşkere ye ku ev yek ji aliyê AKP’ê ve nehatin kirin. Çawa ku ev yek nehatinkirin, di serî de Tayyîp Erdogan û Nûman Kûrtûlmûş ji aliyê rêveberiya AKP’ê ya pilebilind ve tim propogandaya ku ‘’pêvajo bi awayekî normal pêş dikeve’’ hate kirin. Dîsa ‘’li ser çapemeniyê propogandaya ku ‘’wê yasaya çarçove were derxistin’’ hate kirin. Diyar e ku ev hemû derew û deq û dolab in. Di rastiyê de zelal nîne ku li holê pêşnûmayeke yasayî heye yan na. Pêşnûmayeke bi vî rengî hebe jî wê ev yek bes pêşnûmaya AKP’ê be û wê AKP nêrînên xwe weke pêşnûmayekê amade bike û hewl bide wan li ser Kurdan ferz bike. Wê kesên wan bi cih neîne jî eşkere bike û ji bo ku êrîşî gerîlayan bike wê zemînê ava bike.

Di dema hevdîtina NATO’yê ya nû û 1’emîn salvegera merasîma çekşewitandinê ya 11’ê Tîrmehê de nêzîkatiya desthilatdariya AKP’ê ya li ser Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk bi vî rengî ye. Baş e ew ‘’başî û pêşketina normal’’ ya ku bê navber propagandaya wê tê kirin, li ku ye? Diyar e ku heya civîna NATO’yê bi dawî dibe AKP hewl dide wextî bi dest bixe. Wê piştre jî li gorî civîna NATO’yê tev bigere.

Baş e ku wê ji civîna NATO’yê encama ku tê hêvîkirin, derkeve? Pir eşkere ye ku zehmet e encamên AKP li bendê ne derkevin, bi ser de ne pêkan e jî. Çimkî li gorî polîtîkaya pergala NATO’yê ya li ser Rojhilata Navîn, divê Tirkiye weke yekem netewdewleta herêmê di çarçoveya Peymana Îbrahîmî de biguhere. Yanî rewşa siyasî û leşkerî ya Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk afirandiye, berdewam dike û zêdetir gefan li Tirkiyeyê dixwe.  Ji bervê yekê ne pêkan e ku AKP tişta ku ji civîna NATO’yê hêvî dike, bi dest bixe.

Baş e ji bo rewş bi vî rengî ne ma wê girîngî û bandora merasîma çekşewitandinê ya di 11’ê Tîrmeha 2025’an de kêm bibin? Bê guman na! Ew çalakiyeke wisa ye ku xwedî nirxekî îdeolojîk û stratejîk e û ji ber vê yekê wê bandora wê bê navber berdewam bike, bi ser de wê mezintir bibe û berdewam bike.  Ji ber ku ew çalakî, sembola sekn û biryardariya Tevgera Azadiya Kurd e.  Ji ber wê yekê jî li gel pêşketina pêvajoyê wê wate û bandora çalakiya navborî kêm nebe û berovajî wê zêde bibe.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka