Festîvala Fîlman a Rojava ya 5'emîn bi nîşandana fîlmê 'Heval Birako' destpê kir

Festîvala Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 5'emîn di salvegera 65'emîn a Şewata Sînemaya Amûdê de bi beşdariya 85 fîlm û 22 senaryoyan li Qamişloyê destpê kir. Destpêkê fîlmê 'Heval Birako' hate nîşandan ku çîroka wê ya rojnamevan Nazim Daştan e.

Bi diruşma "Çîrokên hevpar sînemaya azad" çalakiyên Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5ˊan  dest pê kirin. Festîval di boneya salvegera 65ˊemîn a şewata sînemaya Amûdê de, wekî nîşaneya vejandina salvegera şewatê û pêşxistina nameya sînemaya mirovahî, bi beşdariya 85 fîlman û 22 sînaryoyan li ser asta Kurdistanê, Sûriye û Ewropayê dest pê kir.

Komîna Fîlm a Rojava ya girêdayî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) vê festîvalê bi rêxistin dike. Fîlm li Navenda Mihemed Şêxo ya Çandê û Hunerê ya Qamişloyê û li TEV-ÇANDˊê ya Qamişloyê tên pêşandan. Festîval heta 20ˊê Mijdarê didome.

Komîteya Amadekar a Festîvalê diyar kiribû ku dê 81 fîlm û 22 senaryo tevlî festîvalê bibin, lê komîteyê îro agahiyeke din parve kirin ku 4 fîlmên din jî hatine qebûlkirin. Ev 4 fîlm nakevin çarçoveya nixandina ji bo xelatan, tenê wê werin pêşandan.

Dê 6 semîner û panelên der barê rewşa sînemayê li Kurdistan û cîhanê, atolyayên der barê xebata kişandina dîmenan û derhêneriyê werin pêşkêşkirin.

Di festîvalê de girseya hezkiriyên huner û sînemayê, şandeya ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakru û Rojhilatê Sûriyeyê û kantona Cizîrê, saziyên çand-huner, partiyên siyasî, derhêner, sînematografîkên ji Spanya, Hindistan, Brîtanya, Bakurê Kurdistanê û Şamê amade bûn.

Derhêner Nûman Yagît diyar kir ku şewata sînemaya Amûdê trajedîk e û dê di wijdana gelê Kurd de bimîen û got ew vê şewatê ku çêkirî bû û armanca jê tunekirina nifşekî temsîla siberja huner, sînema, mûzîk û çanda Kurdî dikir, ji bîr nekin.

Hevserka Şaredariya Bajarê Qamişlo Bêrîvan Omer jî got lidarxistina mîn van çalakiyên hunerî û çandî temsîla şoreşa huner û çanda rastîn dikin.

Hevseroka TEV-ÇANDˊê Sumeya Mihemed jî got lidarxistina festîvalê bi vê mezinbûnê, ruxmî sînordarkirina derfetan û astengiyan, destkeftiyeke mezin e.

Li aliyekî din jî endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif got şehîdên fîlm çêkirine û di oxira azadî û rûmetî de şehîd bûn bi bîr anîn û serbilindiya xwe anî ziman ku ew bi zimanê dayikê li sînemayê temaşe bike.

Piştî axaftin bi dawî bûn, nameya hevjîna derhêner, aktor û nivîskarê Kurd ê nemir Yilmaz Güney hat xwendin. Di nameyê de spasiya organîzetor û kesên ev festîval lidar xistiye tê kirin.

Koma Hunergeha Welat stran û dîlanên folklorîk di mîhrîcanê de pêşkêş kirin.

Di dawiya roja yekemîn a mîhrîcanê de, cara yekemîn fîlma "Heval Birako" ji berhema Komîna Fîlm a Rojav hat pêşandan. Fîlm behsa şerê li Reqayê, hebûna çeteyên DAIŞˊê li wir, rêbazên ku çeteyan li dijî civaka êzidî pêk dianîn, kir.

Hat destnîşankirin ku mîhrîcan pirtûk û karên destan pêşkêş dike û li kêlek wê jî pêşangeha wêneyên sînematografîk, derhêner-rojnamevanên Kurd ên di oxira aşkerakirina rastiyê de şehîd bûne, heye.

Wê festîval di 20ˊê Mijdarê de bi dawî bibe û xelatê

Wê çalakiyên festîvalê di 20ˊê Mijdarê de bi dawî bibin, xelat dê di asta navneteweyî, belgefîlm, Kurdî, kurtefîlm û beşa fîlmên Sûrî de, li kêlek wê jî xelatên senaryoyê ji bo fîlmên kurt û dirêj, werin dayîn.

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 1ˊemîn di Mijdara 2016ˊan de dest pê kir. Diviyabû Festîvala 5ˊemîn di 2022ˊyan de dest pê bikira, lê ji ber şert û mercên ewlehî yên wê demê li herêmê hat betalkirin.