Di roja sêyemîn a festîvala 'Ruhê Rûsyayê' de konsera ji hunera Kurdî
Festîvala "Ruhê Rûsyayê" ku bi beşdariya neteweyên cuda yên li Rûsyayê pêk tê, di roja sêyemîn de bi konsera ji çand û hunera Kurdî dewam kir.
Festîvala "Ruhê Rûsyayê" ku bi beşdariya neteweyên cuda yên li Rûsyayê pêk tê, di roja sêyemîn de bi konsera ji çand û hunera Kurdî dewam kir.
Festîvala "Ruhê Rûsyayê" li paytexta Rûsya Moskowê di roja sêyemîn de bi çalakiyên çandî bi coş dewam dike. Di çarçoveya festîvalê de ji bo çanda Kurdî demeke taybet a 2 saetan hate veqetandin ku tê de konserek hate lidarxistin.
Konserê bi sînevîzyoneke li ser cografya Kurdistanê destpê kir û piştre bi govend, stran û nîşandana çand û adetên Kurdistanê dewam kir.
Hevserokê Otonomiya Federal ya Çand û Neteweyî ya Kurdên li Rûsyayê Ferhat Patiyev di destpêka konserê de axivî û agahî li ser Kurdistanê û gelê Kurd da.
Di bernameyê de her wiha defîleya cilên Kurdî jî hate nîşandan, ku bala beşdaran kişand.
Di dawiyê de hunermend Delîl Lezgiyev, Nûredîn Haciyêv, Leyla Mikoyan, Guhara Hesen, Îbo û Sarê Hacî derketin ser dikê û bi stranên xwe atmosfera festîvalê germ kirin.
Her wiha Koma Barin jî bi govenda xwe beşdar bû û coşek taybet afirand.