ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Hilbijartinên giştî yên parlamenta Iraqê wê sibe bêne kirin
Li Iraqê û herêma Kurdistanê sibe bi milyonan mirov wê ji bo hilbijartinên serdema 6'an a parlamenta Iraqê dengê xwe bi kar bînin. -
Hilbijartinên li Iraqê: Jimartina bi destan û elektronîk heman encam da
Berdevka Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê ragihand ku jimartina dengan a bi elektronîk û destan heman encam da. -
Li Iraqê hilbijartina taybet a serdema 6’an qediya: 1841 binpêkirin hatin tesbîtkirin
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku di pêvajoya dengdana taybet de ku hêzên ewlehiyê û koçber beşdar bûn, 1841 binpêkirinên hilbijartinê hatine tomarkirin. -
Li Helebê mayîn teqiya: 2 ciwan mirin
Di teqîna bermahiyên şer li gundewarê başûrê Helebê yê di bin kontrola hikumeta veguhêz de 2 ciwan hatin kuştin. -
Muqtada el-Sadrî ji bo hilbijartinê banga boykotê kir
Li Iraqê hilbijartina parlamentoyê ku wê di 11’ê Mijdarê de pêk bê, bi dengdanên taybet ên hêzên ewlehiyê, karmendên sektorên xizmetguzariyê û koçberan destpê kir. -
Gelek rêxistin wê hilbijartinên Iraqê bişopînin
Ji bo çavdêrkirina hilbijartinên Parlamentoya Iraqê wê gelek rêxistin hilbijartinê bişopînin. -
Li Îranê rewşenbîran nerazîbûn nîşanî girtinan dan
Li Îranê rewşenbîr li dijî girtina nivîskar, wergêrvan û lêkolîneran ku di demên dawî de zêde bûne li Tehranê bi daxuyaniyek berfireh nerazîbûn nîşan dan û daxwaza serbestberdana girtiyan kirin. -
Hilbijartinên Iraqê: Zêdeyî 5 hezar koçberên Şengalê nekarî tevlî dengdana taybet bibin
Di dengdana taybet a serdema 6'emîn a Parlamenta Iraqê de navê zêdeyî 5 hezar koçberên Şengalî yên li wîlayeta Dihokê li kampan û derdora wan dimînin di lîsteyê de cih negirt. -
Li Iraqê hêzên ewlekariyê dest bi dengdanê kirin
Li Iraqê beriya hilbijartinên parlamentê yên 11'ê Mijdarê ji bo hêzên ewlekariyê dengdana taybet îro destpê kir. -
Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê: Ewlekariya hilbijartinê hatiye girtin
Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê Ebdulemîr Şemerî anî ziman ku ewlehiya navendên dengdanê yên li tevahiya welêt hatiye girtin. -
Li herêmên cihê nîqaşê ji bo du rojan betlane hate ragihandin
Li gorî biryara Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê, li herêmên cihê nîqaşê ji bo xebatkarên ku dengê xwe bi kar bînin 10 û 11'ê Mijdarê weke betlaneya fermî hate ragihandin. -
Ahmed el Şara li Washingtonê ye: Wê tevlî koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê bibe!
Serokkomarê veguhêz ê Sûriyeyê Ahmed el Şara piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ew ji lîsteya terorê derxist, ji bo serdaneke fermî çû Washingtonê. -
Hilbijartinên Iraqê: Siya DYE, Îran û Îsraîlê
Rewşa parçebûyî ya beşdarên hilbijartinê texmînên li ser hilbijartinê zehmet dike. Hevrikiya navbera Kurd, Şîa û Sûniyan ên li Iraqê bi destwerdana hêzên herêmî û navneteweyî re bêhtir tevlîhev dibe. -
Londonê pêkanînên li ser El Şara rakir
Îngilistanê pêkanînên li ser Serokdewletê Sûriyeyê Ahmed el Şara (Colanî) rakir. -
Li Iraqê pêvajoya propagandaya hilbijartinê bi dawî dibe
Di hilbijartinên Parlamenta Iraqê de pêvajoya propagandayê ya 35 rojan îro bi dawî dibe. -
RTC: Li Xezeyê bêhtirî 16 hezar û 500 kes hewcedarê lênêrîna tenduristiyê ya lezgîn e
Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus ragihand ku ji ber şerê li Şerîda Xezeyê pêk hatiye krîza mirovahî kûrtir dibe û got ku bêhtirî 16 hezar û 500 Filîstînî hewcedarê lênêrîna tenduristiyê ya lezgîn e. -
Pezeşkiyan: Dibe em neçar bimînin ku Tehranê vala bikin
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ragihand ku ji ber krîza avê li paytext Tehranê dibe di hefteyên pêşiya me de tedbîr bên girtin, eger rewş hîn xirabtir jî bibe wê tahliyekirina bajar bibe rojev. -
Aktîvîsta Îranî Minoo Rouzeddar hate binçavkirin
Aktîvîsta Mafên Mirovan Minoo Rouzeddar ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve li Tehranê li mala xwe hate binçavkirin. Hate ragihandin ku di dema binçavkirinê de êşkence li Rouzeddar hatiye kirin. -
Li Iraqê hilbijartin: Namzetiya 848 kesan hate betalkirin
Berdevka Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê diyar ku di hilbijartinên parlamenta Iraqê de namzetiya 848 kesan hatiye betalkirin. -
Li ser sînorê Îran-Iraqê 4 rojan 114 caran erd hejiya
Daîreya Sîsmolojî û Meteorolojiyê ya Iraqê ragihand ku li ser sînorê Iraq-Îranê di nava 4 rojan de 114 caran erd hejiya ye. -
Li hemberî peymana Tirkiyê û Iraqê bertek
Tora ECHO li hemberî peymana nû ya di navbera Tirkiyê û Iraqê de hate îmzakirin bertek nîşan da. -
Li Bexdayê li biryargeha Heşdî Şabî teqîn
Li biryargeheke Heşdî Şabî ya li Bexdayê teqînekê rû da. Di bûyerê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn. -
Li Îranê di nava 2 rojan de 76 kes hatin darvekirin
Kampanya Na ji Cezayê Darvekirinê re ya Rojên Sêşemê ragihand ku dewleta îranê di nava du rojên dawî de 76 kes darve kir. -
Li Îranê civaknasek û nivîskarek hatin binçavkirin
Civaknas û lêkolîner Mehsa Esodollahnejad û nivîskar, wergêr Şîrîn Kerîmî ji aliyê Rêxistina Îstîxbaratê ya Muxafizên Şoreşê ve hatin binçavkirin. -
Hilbijartinên Iraqê wê ji aliyê zêdeyî 1500 rojnamevanî ve bê şopandin
Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê ragihand ku hilbijartinên parlamenta Iraqê wê ji aliyê 304 çavdêrên navneteweyî û zêdeyî hezar û 500 rojnamevanî ve bê şopandin.