ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
6 komên çekdar ên li Iraqê ragihandin ku wê dest ji çekan bernedin
6 komên çekdar ên li Iraqê ku weke alîgirê Îranê têne dîtin, diyar kirin ku di nava ti şert û mercî de wê dest ji çekan bernedin û di vê mijarê de bi hikumetê re wê danûstandinan nekin. -
Xwepêşandanên li Îranê bi şev jî dewam dikin
Çalakî û xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di saetên şevê de jî dewam kir. Hate hînbûn ku li Merîwanê kesek hate binçavkirin. -
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Li Îranê 19 kes hatin qetilkirin, bi sedan birîndar hene
Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, di protestoyên li Îranê de 19 kes hatin qetilkirin û bi sedan kes jî birîndar bûn. -
Parêzerên Îranê: Rejîma Îranê bi guleyan bersivê dide xwepêşanderan
Parêzerên Îranê diyar kir ku hêzên Îranê bi guleyan êrîşî xwepêşanderan dikin û bang li baro û rêxistinên hiqûqê li Îranê kirin ku li hemberî binpêkirinan bêdeng nemînin. -
Sendîkaya Karkerên Kurd û Îranî: Têkoşîna me wê dewam dike
Sendîkaya Karkerên Kurd û Îranî diyar kir ku hikumet di wê astê de ye ku nikare bersivê bide pêwîstiyên bingehîn ên rêveberî û jiyanê yên gel û got, "Têkoşîna me wê heta rizgariya ji zaliman dewam bike." -
Li Yemenê di operasyona bi piştgiriya Siûdî Erebistanê de herî kêm 80 kes mirin
Hat ragihandin ku li başûrê Yemenê hêzên bi piştgiriya Siûdî Erebistanê operasyon dan destpêkirin û di encamê de herî kêm 80 şervanên girêdayî Konseya Derbasbûnê ya Başûr a serbixwe jiyana xwe ji dest dan. -
Li Îranê jinek hate kuştin, parêzeran banga piştgiriya bi çalakiyan re kirin
Bi sedan parêzerên li Îranê wezîfeyê dikin, li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal daxuyanî dan û diyar kirin ku ew bi çalakgeran re ne. -
Fransa û Îngilistanê li Sûriyeyê li dijî DAÎŞ’ê êrîşeke hevpar pêk anîn
Ji Wezareta Parastinê ya Îngilistanê John Healey ragihand ku Îngilistan û Fransayê li Sûriyeyê li dijî tesîseke binerd a ku dihat gumankirin ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve tê bikaranîn, êrîşeke hewayî ya hevpar pêk anîn. -
Li Iraqê di navbera komên Şîa de şer: Fermandarê Şîa Huseyîn Allak hate kuştin
Li wîlayeta Mîsan a Iraqê, yek ji fermandarên hêzên Saraya Selam a girêdayî lîderê Tevgera Neteweyî ya Şîa Mukteda es-Sadr, Huseyîn Allak di êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Piştî sûîqestê, li bajêr di navbera komên Şîa de şer qewimî. -
Xwepêşadanên li Îranê belav dibin: Trump û rayedarên Tehranê gef li hev dixwin
Xwepêşandanên ku li Tehran û bajarên din hatin destpêkirin, belavî seranserê welêt bû. Dema ku xwepêşandan dewam dikin, Serokê DYA Trump û rayedarên Îranê gef li hev dixwin. -
Di encama êrîşa Erebistana Siûdî ya li ser Yemenê de 7 kes mirin
Hat diyar kirin ku di encama êrîşên hewayî yên koalîsyona bi pêşengiya Erebistana Siûdî de ya li ser parêzgeha Hadramûtê ya Yemenê de 7 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn. -
Hêzên dewletê li Sistan-Belucistanê agir berdan malan
Li eyaleta Sistan-Belûcistanê ya Îranê hêzên ewlekariyê avêtin ser gundê nasî yê Zahedanê û agir bredan malên bi belgeya fermî û hilweşandin. -
Îranê bi 'hişyariyê' bersiv da Trump
Şêwirmendê lîderê olî yê Îranê Alî Larîjanî têkildarî hişyariya Serokê DYE'yê Donald Trump a li ser çalakiyên protestoyî, bi heman rengî bersiveke bi 'hişyarkirinê' da. -
Li Îranê di protestoyan de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Hate ragihandin ku li Îranê di protestoyên ku ji ber krîza aborî ya kûr dibe dest pê kirin û ev heft roj in dewam dikin de 1 jê zarok 8 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Di sala 2025’an de li Erebistana Siûdî 356 kes hatin darvekirin
Li Erebistana Siûdî di sala 2025’an de 356 kes hatin darvekirin, bi vê yekê re li welêt hejmara darvekirinan derket asta herî bilind. Sala 2024’an jî li gorî salên bihurî ev hejmar derketibû 338 kesan. -
Li Îranê xwepêşandan belav dibin: Herî kêm 5 xwepêşander hatin qetilkirin
Xwepêşandanên ku li Îranê ji ber şert û mercên xirap ên aborî û kêmbûna xizmetguzariyê hatin destpêkirin, di roja pêncemîn de li seranserê welêt belav bûn. Hêzên dewletê bi guleyên rast êrîşî xwepêşanderan kirn, herî kêm 5 kes jiyana xwe ji des dan. -
Di sala 2025’an de li Îranê herî kêm 1,500 kes hatine darvekirin
Li gorî daneyên rêxistina civakî ya bi navê Mafên Mirovan a Îranê (Iran Human Rights-IHR), li Îranê di tevahiya sala 2025’an de 1,500 kes hatine darvekirin. -
Li Îranê 12 malbatên Belûc bi darê zorê tên dersînorkirin
Li gorî çavkaniyên mafên mirovan, li eyaleta Yezd a Îranê malbatên belûc ên hatine binçavkirin ku di nava wan de jin, zarok û pitik jî hene tevî ku xwediyê belgeyên nasnameyê ne jî bi hinceta ewlehiyê ji Efxanistanê re tên dersînorkirin. -
Artêşa Îsraîlê ji bo Hamas çekan berde, ‘bi biryar e’!
Serokê Fermandariya Giştî ya Îsraîlê Eyal Zamîr destnîşan kir ku Îsraîl sala 2026’an bi biryar e ku tevgera Hamasê ya Fîlîstînî bêçek bike. -
Li Tehranê xwendekarên zanîngehê ji bo berdana binçavkiriyan çalakî lidar xistin
Li Îranê bi hinceta çalakiyên protestoyî yên li dijî krîza aborî û nelirêtiyan, di saetên şevê de bi ser malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin. Xwendekarên zanîngehê ji bo berdana binçavkiriyan, li yûrdên xwe çalakiyên ptoestoyî lidar xistin. -
Sala 2025’an li Iraqê zêdeyî hezar DAÎŞ’î û bazirganên tiryakê hatin girtin
Saziya Ewlehiyê ya Neteweyî ya Iraqê ragihand ku sala 2025’an li seranserî Iraqê hezar û 100 DAÎŞ’î û bazirganên tiryakê hatin girtin. -
Wezîfeya UNAMI ya li Iraqê bi dawî bû
Erkên Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) bi dawî bû. Ji bo pêkanîna karûbarên pêwîst ên di vî warî de wezîrê karên derve hatiye erkdarkirin. -
Savaya: Bêîstiqrariya li Iraqê divê sala 2026’an bi dawî bibe
Nûnerê taybet ê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump ê Iraqê, Mark Savaya soz da ku îsal wê Iraqek cuda û gelek guhertin hebin. -
Derhênerê Îranî Penahî: Protestoyên dawî serhildanek ‘ji bo pêşxistina dîrokê' ye
Derhênerê Îranî Jafar Penahi diyar kir ku protestoyên ku di rojên dawî de Îranê hejandiye "serhildanek" e ku “ji bo pêşxistina dîrokê” ye. -
Hêzên Hevpeymana Navneteweyî wê xwe ji baregeha Eyn el Esed vekişînin
Rayedarê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê diyar kir ku hêzên Hevpeymana Navneteweyî hefteya bê, wê xwe ji baregeha Eyn el Esed vekişînin.