ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Gelek rayedarên dewletê di êrîşa li ser Îranê de hatin kuştin
Hat ragihandin ku di êrîşa Îsraîl û DYE’yê ya li dijî Îranê de gelek fermandarên payebilind ên Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê (IRGC) û berpirsên siyasî yên nêzîkî Îranê di êrîşên hewayî û deryayî de hatine kuştin. -
Nuqteyên Heşdî Şabî hatin hedefgirtin
Nuqteyên Heşdî Şabî yên li parêzgeha Babilê hatin hedefgirtin û di encamê de du endamên hêzên Heşdî Şabî mirine. -
Îranê bersiv da Îsraîlê: Bi dehan moşek avêtin
Piştî ku DYE û Îsraîlê li dijî Îranê êrîş dane destpêkirin Îranê jî bersiv da û bi dehan moşek avêtin Îsraîlê. -
Îsraîl li dijî Îranê êrîş da destpêkirin
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku li dijî Îranê êrîşên astengkirinê dan destpêkirin. -
Îngilîstanê Balyozxaneya xwe ya li Tehranê girt
Balyozxaneya Îngilîstanê ya li Tehranê bi hinceta, “rîskên herêmî û rewşa ewlehiyê” bi demkî girt û hemû xebatkaran derxistin derveyî welêt. -
Gelek welatan xwestin welatiyên wan bi lezginî Îsraîl û Îranê biterikînin
Gelek welatên ji Amerîkaya Bakur, Ewropa û Asyayê ji welatiyên xwe xwestin ku ji ber zêdebûna metirsiyên ewlehiyê bi lezginî Îsraîl û Îranê biterikînin. -
Çînê bang li welatiyên xwe kir ku 'di zûtirîn demê de' ji Îranê derkevin
Çînê ji ber zêdebûna rîskên ewlehiyê, bang li welatiyên xwe yên li Îranê kir ku "di zûtirîn dema gengaz de" ji wî welatî derkevin. Rêveberiya Pekînê her wiha xwest ku ji hemû geştên ber bi Îranê ve bên dûrxistin. -
Nûnerê DYE’yê li Bexdayê têkildarî ‘qanûna bingehîn’ û ‘hikûmeta nû’ civiya
Serokê Konseya Bilind a Dadweriya Iraqê Fayîq Zêdan bi Nûnerê Taybet ê DYE’yê Tom Barrack re civiya. Di hevdîtinê de mijarên pêvajoya hikûmeta nû û egerên qanûna bingehîn hatin nîqaşkirin. -
Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li 2 xwişkan birî
Xwişkên bi navê Sagar û Gazel Qudrat ji aliyê dadgeriya Îranê ve bi sûcdariya "lîderî ji protestoyan re kirine" bi 5 salan cezayê girtîgehê hatin cezakirin. -
Îdîaya fuzeya Îranê: Raporên îstixbaratê Trump piştrast nakin
Hat diyarkirin ku îdîayên Serokê DYE’yê Donald Trump ku dibêje wê Îran demek nêz ji bo hedef girtina xaka DYE’yê fuzeyekê pêş bixe, bi raporên îstixbaratê yên Emerîka nayên destekkirin. -
Vance: Êrîşa li ser Îranê rê li ber şerekî demdirêj venake
Cîgirê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) JD Vance diyar kir ku êrîşeke leşkerî ya muhtemel a li dijî Îranê rê li ber şerekî demdirêj venake. -
DYE'yê destûr da ku personelên ne mecbûrî ji Îsraîlê biçe
Wezareta Karên Derve ya DYE'yê ragihand ku ji ber rîskên ewlekariyê destûr hatiye dayin ku persônelên ne mecbûrî li mîsyona dîplomatîk a li Îsraîlê ne û malbatên xebatkarên hikumeta DYE'yê ji Îsraîlê biçin. -
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtineke nû
Îran û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) wê bi navbeynkariya Ummanê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dest bi tûreke hevdîtina nû ya nerasterast bikin. -
Li Îranê rojnamevan Îlaya Mihemed hate binçavkirin
Rojnamevan Îlaya Mihemed ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve bêyî hincetek bê nîşandan hate binçavkirin. -
Eniya Berxwedanê ya Iraqê nerazîbûn nîşanî DYE'yê da
Eniya Berxwedanê ya Iraqê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên dema dawî yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) da û hişyarî da ku DYE bi rengekî yekser dest li karên navxweyî yên Iraqê werdide. -
Şefê Buroya NHK'ê li Tehranê hat girtin
Şefê Buroya Îranê ya saziya Japonyayê Nippon Hōsō Kyōkai (NHK) Shinnosuke Kawashima, di 20'ê Çileyê de dema ku xwepêşandanan dişopand hat binçavkirin. Kawashima birin Girtîgeha Evînê. -
Ji xwendekarên zanîngehê banga grevê
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwendekarên 8 zanîngehan ji bo greva giştî ya 27-28'ê Sibatê bang kirin. -
Îranê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Trump da: Derewên mezin
Îranê nerazîbûneke tund nîşanî daxuyaniyên Serokê DYE'yê Donald Trump da ku Trump îdîa kiribû ku Tehran xwedî wan fuzeyan e ku dikare li xaka DYE'yê bixe. Tehranê îdîayên Washingtonê weke derewên mezin pênase kir. -
DYE 12 balafirên şer ên F-22 li Îsraîlê bi cih dike
Televîzyona dewletê ya Îsraîlê KAN ragihand ku Hêzên Hewayî yên DYE’yê di çarçoveya bicihkirina leşkerên li Rojhilata Navîn de 12 balafirên şer F-22 şandin Îsraîlê. Hate diyarkirin ku balafir xwedî kapasîteya bêbandorkirina pergalên parastina hewayî ne. -
Pasdarên Îranê li Kendavê dest bi tatbîkatê kirin
Artêşa Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê, di serdemeke ku DYA'yê zexta li ser Tehranê zêde kiriye de li dirêjahiya Kendavê tatbîkateke leşkerî da destpêkirin. -
Çeteyan goristana şehîdan a li Til Hemîsê xira kirin
Çekdarên ji Dêrazorê goristana şehîdan a bajarê Til Hemîs ê gundewarê Qamişloyê xerab kirin. -
Xwepêşandanên li Îranê bi grevên xwendekaran didomin
Li Îranê xwendekaran li kampûsên zanîngehan çalakiyên girseyî li dar xistin û di çalakiyan de daxwaza azadiyê kirin û dirûşmên "Îsal sala xwînê ye, Seyyîd Alî (Hamaney) dê hilweşe" berz kirin. -
Welatên Kendavê li dijî pêngava sînorê deryayî ya Iraqê nerazîbûn nîşan dan
Piştî ku Iraq têkildarê nexşerêya nû û koordînatên deryayî yên nûjen ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşkêş kir, gelek welatên Kendavê piştgirî dan desthilatdariya Kuweytê. -
Kampanyaya ji Darvekirinan re Na: Li Îranê di mehekê de herî kêm 350 kes hatin darvekirin
Kapanyaya ‘Sêşema ji Darvekirinan re Na’ ragihand ku di nava mehekê de zêdetirî 350 kes li Îranê hatine darvekirin. -
Ji ber dagirkeriya Îsraîlê ya li Şerieya Rojava gelek welat nerazîbûn nîşan dan
Ji Brezîlya heta Erebistana Siûdî, ji Fransa heta Spanyayê bêhtirî 20 welatan, hewldanên Îsraîlê yên ji bo berfirehkirina kontrola xwe ya li Şerîeya Rojava’ bi tundî şermezar kirin.