ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Li Rojhilata Navîn şer belav dibe
Şerê ku DYE û Îsra, di 28’ê Sibatê de li dijî Îranê da destpêkirin, rasterast bandorê li gelek welatan dike û krîza enerjiyê bandoreke gerdûnî afirand. Erebistana Siûdî gef xwarin. Îranê got ez ji bo ‘’şerê demdirêj amade me.’’ Bîlonço giran dibe. -
Hikumeta Lubnanê karên leşkerî yên Hîzbûllahê hemû qedexe kir
Li ser bombardûmana giran a Îsraîlê ya piştî êrişa bi roketan a Hîzbûllahê ya li ser Îsraîlê, hikumeta Lubnanê biryar da ku karên leşkerî yên Hîzbûllahê hemû qedexe bike. -
Îranê îdîa kir ku fuze avêtiye ofîsa Netanyahu, Îsraîlê derewand
Muxafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku wan êriş birine ser ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu û biryargeha Hêzên Hewayî yên Îsraîlê. Îsraîlê derewand. -
Parzûngeha Siûdî, santrala Kûweytê, tesîsa nukleer a Natanzê hatin bombekirin
Operasyonên DYE-Îsraîlê yên li ser Îranê û bersivên Tehranê di roja 3’yan de tesîsên enerjiyê û baregehên leşkerî hedef girtin. -
Şer borsa serûbin kir: Borsa ket, buhayê petrol û gazê zêde bû
Êrişên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê û bersiva Tehranê ya li herêmê bazara navneteweyî serûbin kir. Ji ber rewşa nediyar a jeopolîtîk û zêdebûna buhayê enerjiyê borsayên Ewropayê bi ketineke mezin dest bi hefteyê kirin. -
Bi sedan balafir ji Îsraîlê rabûn û bombe li Lubnan û Îranê barandin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku bi rêya bi sedan balafirên şer di heman wextê de bombe li Lubnanê û Îranê barandine. Li dijî Lubnanê operasyoneke bejahî jî di rojevê de ye. Li Îranê bîlanço herî kêm 555 mirî ye. -
Li Pakistanê di çalakiyên şermezarkirinê de herî kêm 25 kes mirin
Li Pakistanê di xwepêşandanên şermezarkirinê de ku piştî kuştina lîderê olî yê Îranê Alî Xamaney dawiya hefteyê rû dan, herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Eniya şer fireh dibe, li Kûweytê balafirên Emerîkî ketin xwarê
Piştî destpêkirina operasyona "Hêrsa Destanî" ya DYE-Îsraîl a li dijî Îranê, şer li tevahiya herêmê belav dibe. -
Îsraîlê êriş bir ser Lubnanê: 31 mirî, 149 birîndar
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên hewayî yên şev ên Îsraîlê de 31 kesan jiyana xwe ji dest dan, 149 kes jî birîndar bûn. -
Navê rayedarên leşkerî yên payebilind ên li Îranê hatin kuştin, hate eşkerekirin
Di êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê de ji Muxafizên Şoreşê rayedarên payebilind ên Îranî hatin kuştin. -
Baregeha hewayî ya Îngiliz a li Qibrisê bû hedefa êrişa balafirên bêmirov
Baregeha Hewayî Akrotiri ya Îngilistanê ya li Qibrisê bû hedefa êrişa balafên bêmirov. Rêxistina Hîzbûllahê ya li Lubnanê jî weke bersiva li kuştina Xamaney bi fuze û balafirên bêmirov êriş bir ser Îsraîlê. -
Li Rojhilata Navîn di 48 saetên pêşîn de pevçûn li herêmê belav bûn: Hejmara miriyan zêde dibe
Piştî êrîşên ku DYA û Îsraîlê li dijî Îranê dan destpêkirin, bi pêngavên tolhildanê yên Îranê re pevçûn li seranserê Rojhilata Navîn belav bûn. Di 48 saetên dawî de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Mûşekek Îranê li gundewarê Şamê ket: Qurbanî hene
Ji ber bersivdana pergala parastinê ya Îsraîlê mûşekek Îranî li Eyn Terma ya gundewarê Şamê ket, li gorî agahiyên destpêkê qurbanî hene. -
Hêzên rejîma Îranê girtiyan wekî mertala zindî bi kar tîne
Pasdaran Şoreşa Îranê ji bo parastina xwe xwepêşanderên di çalakiyên berî niha yên li Îranê de binçavkiribûn, ji Girtîgeha Evîn veguhestin navendên xwe yên leşkerî. -
Fermandariya Hêzên Deryayî ya Îranê û 9 keştiyên wê hatine têkbirin
Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku wan fermandariya hêzên deryayî ya Îranê bi asteke mezin rûxandine û neh keştiyên Îranê îmha kirine. -
Îran 4 kamp û baregehên partiyên Rojhilatî hedef girt
Di saetên şeve de 4 kamp û baregehên partiyên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin armanckirin û qurbanî hene. -
Di êrîşa Îsraîl ya Mêhranê de 22 leşkerên Îranê hatin kuştin
Di encama êrişa esmanî ya ser bi baregeha Hêzên Sînor yên Rejîma Îranê ya li navçeya Mêhran ya Rojhilatê Kurdistanê de 22 leşker hatin kuştin û 21 jî birîndar bûn. -
Konsolosxaneya DYA ya li Hewlêrê û baregeha Selam a Ebû Debî hat bombebarankirin
Îran Konsolosxaneya (DYA) ya li Hewlêrê û baregeha Selam a li bajarê Ebû Debî ya Mirîtiyên Ereb ên Yekbûyî bi dronan bombebaran kir. -
Netenyahu fermana berdewamkirina êrîşên li ser Îranê da
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahu got ku bi Wezareta Parastinê ya Îranê, Serfermandarê Giştî û Serokê Mosadê re civiya ye û fermana domandina êrişên li dijî Îranê daye. -
Trump: Li Îranê 48 rayedar hatin kuştin, operasyon ji ya dihat plankirin baştir diçe
Serokê DYA’yê Donald Trump ji Fox Newsê re axivî û eşkere kir ku di êrişên wan de 48 rayedarên Îranî hatine kuştin. -
Li Îranê şer: Pêvçûn berfireh dibe, Ehmedî Nejad hate kuştin
Piştî êrişên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê, pevçûnên li herêmê gihîştin asteke nû. Di navbera Îran, Îsraîl û welatên Kendavê de êrişên berdewam dikin û hejmara miriyan zêde dibe. -
Serokkomariya Iraqê êrişên DYE û Îsraîlê şermezar kir
Serokkomariya Iraqê êrişên li ser Îranê û çalakiyên li hemberî bajarên Iraqê şermezar kir û ragihand ku êrişên bi vî rengî ne yên qebûlkirinê ne. -
Şerê Îranê: Li gorî Îsraîlê nîvê stokên fuzeyan hatin îmhakirin
Êrişên li ser Îranê û rageşiya herêmî dewam dikin. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku derbeke giran li kapasîteya leşkerî ya Îranê hatiye xistin. -
Xwendekarên zanîngehê yên Îranî tifaqek ava kirin
Xwendekarên zanîngehê yên li Îranê ragihandin ku tifaqek ava kirine û gotin, "Werin em ji bo avakirina paşerojeke demokratîk û nûjen dengê xwe bilind bikin." -
Girtiyên li Îranê bi metirsiyeke cidî re rû bi rû ne
Komîteya Berdana Girtiyên Siyasî ragihand ku ji ber hilweşîna rêveberiya li girtîgehê û kêmaniya pêwîstiyên bingehîn metirsiyeke cidî li ser jiyana bi hezaran girtiyan heye.