WSJ: Îmaratê bi rengekî veşartî êrişên leşkerî bir ser Îranê

Rojnameya Emerîkî The Wall Street Journalê ragihand ku Îmaratê meha nîsanê operasyonên veşartî yên leşkerî li hemberî Îranê pêk anî.

Li gorî nûçeya rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên anonîm, hêzên Îmaratê destpêka meha Nîsanê li navendên petrolê yên Îranê yên li Girava Lavanê ya li Kendava Basrayê xistin.

Hate ragihandin ku piştî êrişên navborî Îranê jî weke bersivdayinê li Kûweyt û Îmaratê xist.

AFP'ê jî diyar kir ku wan nekariye îdîayên li ser êrişên Îmaratê bi çavkaniyên bêalî bidin piştrastkirin.

Îranê piştî destpêkirina êrişên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE)-Îsraîlê yên 28'ê Sibatê destpê kirin bi fuze û droneyan êrişên berfireh bir ser binesaziya enerjiyê û baregehên Emerîkî yên li Kendavê.

Li gorî daneyên Wezareta Parastinê ya Îmaratê ji destpêka şer û heta 8'ê Gulanê bi 551 fuzeyên balîstîk, 29 fuze û 2 hezar û 263 droneyan êriş li welatê wan hatiye kirin.

Hate gotin, êriş ne tenê li hemberî hedefên leşkerî bû, her wiha li otel û avahiyên sivîl jî hate xistin û herî kêm 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

ÎMARA DUBAI HEJIYA

Êrişên ku li gel sîstemên parastina hewayî hatin kirin jî zerar da îmaja Dubai ku weke navenda bazirganî û razemeniyê ya bi ewle ya li herêmê dihate dîtin.