Wezîrê Karên Derve yê Îranê derdikeve tura dîplomasiyê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku ji bo nirxandina geşedanên herêmî û xurtkirina kordînasyonê, dest bi bernameyeke serdanê ya ku sê welatan dihewîne kiriye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, di daxuyaniya xwe ya li ser platforma X’ê de diyar kir ku wî dest bi geşteke dîplomatîk kiriye ku Îslamabad, Masqat û Moskovayê dihewîne.

Eraqçî destnîşan kir ku armanca serdanan "dabînkirina kordînasyoneke nêz bi şirîkan re li ser mijarên dualî û şêwirîna derbarê geşedanên herêmî de ye" û got: “Cîranên me pêşîkiya me ne.”

Li aliyê din, hîn ne diyar e ka Eraqçî di hevdîtinên xwe yên li Îslamabadê de dê bi rayedarên Amerîkayî re bicive an na. Lê belê, çavkaniyên hikûmeta Pakistanê yên ku ji Reutersê re axivîn, diyar kirin ku dibetiya hevdîtina bi şandeya Amerîkayî ya ku niha li welat e, pir zêde ye.