Wezîfeya Qasim Erecî hate guhertin

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî ji bo Şêwirmendê Ewlekariyê yê Serokwezîrê Iraqê hate tayînkirin.

Li gorî medya Iraqê, serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî di gelek wezîfeyan de guhertinên nû çêkiriye. Divê çarçoveyê de Qasim Erecî ku Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê bû, weke şêwirmendê serokwezîrê Iraqê yê ji bo Karên Ewlehiyê hatiye diyarkirin û dest bi kar kiriye.

Hêjayî gotinê ye Qasim Erecî ji sala 2020’an ve heta 18’ê Gulana 2026’an weke Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê kar dikir.

Piştî Elî Zeydî bu serokwezîrê Iraqê, erka Qasim Erecî hate guhertin û li cihê wî Qasim Ebûdî bû Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê.