Welatên Ewropayê biryar dan ku hêza deryayî bişînin Qibrisê
Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê ragihand ku piştî êrişa li ser baregeha Îngiliz a li Qibrisê, li gel hin welatên Ewropayê wan biryar dan ku hêzên deryayî bişînin Qibrisê.
Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê ragihand ku piştî êrişa li ser baregeha Îngiliz a li Qibrisê, li gel hin welatên Ewropayê wan biryar dan ku hêzên deryayî bişînin Qibrisê.
Wezîr li Parlamenta Îtalyayê axivî û diyar kir ku li gel Spanya, Fransa û Hollandayê wê di rojên pêş de hêzên deryayî bişînin Qibrisê. Her wiha diyar kir ku ev gav ji bo ewlekariya giravê ye.
JI SPANYAYÊ KEŞTIYA ŞER
Wezareta Parastinê ya Spanyayê jî beriya niha bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di çarçoveya "wezîfeyên parastinê" de wê firkateyekê bişînin Qibrisê. Hate gotin, keştî wê li gel keştiya balafiran a Fransayê Charles de Gaulle û keştiyên şer ên Yewnanistanê wezîfeyê bike.
BAREGEHÊN FRANSAYÊ JI BALAFIRÊN DYE'YÊ RE HATIN VEKIRIN
Li aliyê din Fermandariya Giştî ya Fransayê diyar kir ku wan destûr dane ku balafirên leşkerî yên DYE'yê bi rengekî demkî hin baregehên Fransayê yên li Rojhilata Navîn bi kar bînin.
Di daxuyaniya artêşa Fransayê de hate gotin, ev biryar di çarçoveya hevkariya leşkerî ya bi DYE'yê re hatiye wergirtin.