Tundiya ku li Başûr ji aliyê pergala serwer ve tê kûrkirin, jinan qetil dike

Tundiya ku ji aliyê pergala li Başûr ve tê kûrkirin, li gel cînayetên jinan û bûyerên xwekuştinê her ku diçe girantir dibe. Jin jî daxwaz dikin ku li gel sererastkirinên qanûnî mafên wan werin misogerkirin.

DOSYA JINÊ

Têkoşîna azadiya jinan a li Başûrê Kurdistanê ketiye nava lêgerîna rizgariya neteweyî û xwedî dîrokeke kevnar e. Ev têkoşîna ku ji Leyla Qasim heya pêşmergeyên jin û aktîvîstên roja îroyîn dirêj dibe, li gel bedêlên giran ên li hemberî rejîma BAAS’ê û zulma Saddam Huseyîn hatiye dayîn, şikil girtiye. Lê belê di serdema piştî 1991’an de ji sozên demokratîk heya aboriyarantê û derbasbûna yekperestiya eşîran têkoşîna jinan bi birînên mezin re rû bi rû man. Van birînan, jin di bin dorpêça xizanî, tundî, vederkirina siyasî û bêhêvîbûna ku roja îroyîn zêde dibin de  hiştin.

SALÊN TÊKOŞÎNÊ YÊN DESTPÊKÊ

Jin ji salên 1960’î ku rejîma BAAS’ê desthilatdarî bi dest xist û heya hilweşîna Saddam Huseyîn ya di sala 2003’yan bi polîtîkayên zext û înkarê re rû bi rû man. Lê belê salên 1970’yan ji bo têkoşîna jinên Kurd hem ji aliyê sazîbûnê ve û hem jî li dijî zextê rejîma BAAS’ê veguherîn serdema berxwedana girseyî. Jin, ji rolên ku li wan dihatin ferzkirin derbasbûn û di qadên siyasî û civakî de rol standin. Bêguman li Başûr dema ku qala têkoşînê tê kirin yek ji jina ku di destpêkê de tê bîra mirovan Leyla Qasim e. Lê belê Margaret George Shello, Mulazim Halîme, Hêro Îbrahim Ahmed û Nahîde Ahmed Reşîd jî weke yekem pêşmergeyên jin li çiyayan li dijî rejîma BAAS’ê bi awayekî çalak têkoşîn dane meşandin.

JI CELADÊ XWE MERHEMET Û EFÛ NEXWEST

Leyla Qasim a ku yek ji sembola vêtêkoşînê ye, di sala 1952’yan de li Xaneqînê ji dayîk bûye. Dema ku li Zanîngeha Bexdayê xwendekara Beşa Civaknasiyê bû tevlî nava tevgera xwendekarên Kurd bû, li gel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) têkilî ava kirin û li dijî rejîma BAAS’ê xebatên siyasî û rêxistinî bi rê ve birin. Leyla Qasim a di sala 1974’an de hate binçavkirin, weke yekem jina Kurd a hatiye darvekirin navê xwe li ser dîroka têkoşînê da nivîsandin.

Leyla Qasim a ku bi gotinên: ‘’Ez bi gelê xwe  û têkoşîna partiya xwe serbilind im. Tekane daxwaza min ew e ji ber ku min erkê xwe bi cih neaniye bila Xweda min efû bike.  Ez ji mirinê re amade me. Ez ji celadekî merhemed û efûyê naxwazim’’ derker ser sêdareyê û têkoşîna xwe ji hezaearan jinan re weke mîras hişt. Darvekirina Leyla Qasim a weke ‘’Bûka Kurdistanê’’ tê zanîn, bû sedem ku bi hezaran jin û ciwanên Kurd rabin ser piyan. Êdî têkoşîn bes ne li bajaran bû li çiyayan jî berdewam dikir.

LI ENFAL Û HELEBCEYÊ LI BER XWE DAN

Di dema Komkujiya Enfalê ya navbera salên 1987-1989’an de û Komkujiya Helebceyê ya di sala 1988’an de bi hezaran jin bi koça girseyî û tundiya sîstematîk re rû bi rû man. Pêşmergeyên jin di vê pêvajoyê de di nava refên PDK û Yekîtiya Welatparêzan (YNK) de di qarên lojîstîk, ragihandin, îstîxbarat û şer û pevçûnan de cih girtin. Jinên ku li hemberî êrîşên kîmyewî yên Seddam ji bo parastina malbatên xwe û domandina berxwedana neteweyî fedekariyên mezin nîşan dan, di serhildana Kurdan a 1991’an de roleke pêşeng girtin ser xwe.

DESTKETÎ Û NÛNERTIYA JINAN

Jin piştî hilweşîna rejîma Saddam di nava PDK, YNK û partiyên din ên siyasî de roleke çalaktir girtin ser xwe û berê xwe dan siyasetê. Di encama têkoşîna hate meşandin de kotaya jinan a parlamentoyê derkete ji sedî 30’î.  Her çend bi ser hilbijartinên parlamentoyê yên Cotmeha 2024’an de 20 meh derbas bûne û hikûmet hê jî nehatiye avakirin jî li parlamentoyê 33 parlamenterên jin hene. Her wiha jin ji saziyên  perwerde, çand, hunerê bigirin heya rêxistinên civakî û komeleyên jinan destkeftiyên girîng bi dest xistin.

PERGALA SERWERIYA MÊRAN DIKUJE

Rewşa taboloya me ya roja îroyîn zêde baş nîne; berovajî başbûnê gihîştiye asteke cidî û xeternak. Pergala serweriya mêran, gendelî, nêzîkatiya rêveberiya eşîran û pergala ranta siyasî jinan tengezar dikin. Di encama vê yekê de birêxistinbûna jina azad sînordar dimîne û saziyên heyî ji ber zextên siyasî nikarin bixebitin. Lê belê aktîvîstên jin ên ku ji xeta berxwedana ji salên 70’yan û heya niha hatiye honandin cesaretê distînin, li hemberî cînayetên jinan, cînayetên ‘’namûsê’’, zewaca zû, tundiya navmalbatî û kêmbûna parastina qanûnî kampanyayan, xwepêşandanan û xebatan li dar dixin û bi rê ve dibin.  Ji hikûmetên Silêmaniyê û Hewlêrê daxwaza sererastkirinên yasayî yên mafên jinan misoger bikin, dikin. Her wiha li dijî gendelî, krîzên mûçeyan û kêmasiyên xizmetan jî têdikoşin.

KOMKUJÎ Û XWEKUŞTIN ZÊDE DIBIN

Ev pirsgirêkên avanî, bi awayê herî biêş xwe di cînayet û xwekuştinên jinan de nîşan didin. Xizanî, zexta zîhniyeta serwer, nediyariya siyasî û tundiya sîstematîk berê jinan didin xwekuştinê. Bes di sala 2025’an de 69 jin ji aliyê mêrên nêzîka wan hatine qetilkirin; bi dehan jinan jî xwe kuştine.  Her çend gelek bûyer di destpêkê de weke ‘’xwekuştin’’ yan jî ‘’nelihevkirina navmalbatî’’ tên nîşandan jî  aktîvîst diyar dikin ku piraniya van bûyeran encamên cînayetên plankirî yan jî tundiya sîstematîk in.

VEGUHERÎNA BINGEHÎN ŞERT E

Têkoşîna azadiya jinan a li Başûr, bi rîskên ji aliyê pergala serweriya mêran ve hatine afirandin ve rû bi rû ye. Cînayet û xwekuştinên jinan ên zêde dibin bi awayekî eşkere nîşan didin ku pergalê jin çi qasî bi tenê û bêparastin hiştine. Ji bo veguherîneke demokratîk a rastîn divê jin bi awayekî xweser û xurt xwe birêxistin bikin, dawî li gendeliyê were, nêzîkatiya rêveberiya eşîran were tasfiyekirin, jin ji aliyê aborî ve werin bihêzkirin û di mekanîzmayên biryarstandinê de nûnertiya wekhev û xweserî werin dabînkirin.