Trump: Yên ku peymanê rexne dikin ya hesûd in, ya jî bêfêhm in!

Serokê DYE'yê Donald Trump kesên ku protokola mutabaqatê ya bi Îranê re hatiye îmzekirin rexne dikin, bi gotina "Hesûd", "Bi nêta xerab" an jî "Bêfêhm" sûcdar kir.

Hate ragihandin ku hevdîtinên destpêkê yên ji bo bicihanîna protokola mutabaqatê wê sibe li Swîsreyê destpê bike, ku armanc bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn ê navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê ye.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê de hate ragihandin ku heyetên DYE û Îranê bi navbeynkariya Pakistan û Qatarê wê li Burgenstockê li hev bicivin.

Hevdîtin wê li oteleke li herêma Burgenstockê ya li nêzî bajarê Luzern ê Swîsreyê bê lidarxistin. Tê payin ku herdu alî ji bo bicihanîna mutabaqata hate îmzekirin, gavên teknîkî û siyasî yên bêne avêtin binirxînin.

TRUMP NERAZÎBÛN NÎŞANÎ WAN KESAN DA KU PEYMANÊ REXNE DIKIN

Li aliyê din Serokê DYE'yê Donald Trump nerazîbûneke tund nîşanî wan kes û derdoran da ku peymana bi Îranê re rexne dikin.

Trump li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek da û ji bo kesên ku dibêjin peymanê gelek tawîz daye Îranê got, "Ev ya hesûd in, ya mirovên ne durust in, ya jî bêfêhm in."

Trump her wiha îdîa kir ku piştî peymanê buhayê petrolê kêm bûye, borsa gihîştiye asta rekorê û got, encamên aborî yên mutabaqatê erênî ye.