Trump: Wê bersiva êrîşê were dayîn

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump têkildarî êrîşa li Sûriyeyê ya li dijî leşkerên Emerîkî, daxuyanî da û diyar kir ku wê bersiva êrîşê were dayîn.

Duh li nêzî Tedmurê ya li çola Sûriyeyê, li dijî karwaneke hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî êrîş pêk hat. Berdevkê sereke yê Pentagonê Sean Parnell ragihand ku di êrîşa xwekujî ya çeteyên DAÎŞ’ê ya li çolistana Sûriyeyê de 2 leşkerên Emerîkî û wergervanek sivîl ê Emerîkî hatine kuştin. Hat diyarkirin ku 3 leşker jî birîndar bûne.

Serokê Emerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê fermî peyamek belav kir û êrîşa çeteyan bi tundî şermezar kir. Trump ji bo birîndaran şîfa xwest û got, “Ev êrîşa DAÎŞ’ê ya li dijî Emerîka û Sûriyeyê, li herêmeke gelekî metirsîdar a Sûriyeyê ku bi temamî di bin kontrola wan de nîne, pêk hat.”

Trump destnîşan kir ku wê bersiveke gelekî cidî bê dayîn.