Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Trump: Pêwîst e ez beşdarî pêvajoya diyarkirina lîderê Îranê bibim

Serokê DYA’yê Donald Trump parast ku divê ew “beşdarî” pêvajoya diyarkirina lîderê bê ê Îranê bibe û got ku Mucteba Xameney ji bo wî “ne guncav e”.

Serokê DYA’yê Donald Trump angaşt kir ku divê Amerîka destwerdanê di pêvajoya hilbijartina lîderê bê ê Îranê de bike.

Trump di hevpeyvîneke bi Axios re diyar kir ku divê hilbijartina lîder li Îranê li gorî daxwaza wî çêbibe. Trump, Mucteba Xameney ê ku wekî xelefê herî xurt tê dîtin, wekî "nayê qebûlkirin" pênase kir. Her wiha anî ziman ku hilbijartina lîderekî ku polîtîkayên lîderê dînî yê berê bişopîne, dikare DYA’yê "di nav pênc salan de" dîsa ber bi şerekî ve bikişîne.

Trump anî ziman ku ew dixwaze lîderekî ku "lihevhatin û aştiyê ji Îranê re bîne" bibîne û mînaka destwerdana xwe ya di pêvajoya guhertina lîdertiya Venezuelayê de nîşan da. Trump got, “Ew dema xwe vala derbas dikin... Divê ez beşdar bibim.”