Trump nerazîbûn nîşanî bersiva Îranê da: Nayê qebûlkirin

Serokê DYE'yê Donald Trump diyar kir ku bersiva Îranê ya ji bo pêşniyara Washingtonê ya ji bo bidawîkirina şer "bi temamî nayê qebûlkirin."

Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Social daxuyaniyek da û ji bo bersiva Îranê ya ji bo pêşniyara Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) got, "Min bersiva qaşo nûnerên Îranê xwend. Qet kêfa min jê re nehat. EV BI TEMAMÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN."

'HENEKÊ XWE BI WELATÊ ME KIRIN'

Trump di parvekirineke din de jî Îran sûcdar kir ku bi dehan salan henekê xwe bi DYE'yê dike û got, "Îran 47 sal in DYE'yê û cîhanê mijûl dike. Henekê xwe bi welatê me kirin û wê êdî demeke dirêj nikaribin bikenin."

ÎRANÊ TÊKILDARÎ HURMUZÊ HIŞYARÎ DA FRANSA Û ÎNGILISTANÊ

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Garibabadi têkildarî planên Fransa û Qraliyeta Yekbûyî ya ji bo şandina hêza leşkerî ji Tengava Hurmuzê re daxuyaniyeke tund da.

Garibabadi diyar kir ku artêşa Îranê wê bersiveke "bi biryar û bi lez" bide bicihkirineke leşkerî ya gengaz û got, "Di şer de jî di aştiyê de jî ewlehiya tengavê tenê ji aliyê Komara Îslamê ya Îranê ve dikare bê pêkanîn."

Tê gotin, Parîs û London karekî welê dikin ku piştî peymaneke aştiyê ya gengaz a navbera DYE û Îranê ji bo pêkanîna ewlehiya Tengava Hurmuzê koalîsyoneke navneteweyî ava bikin.

MACRON: BICIHKIRINA LEŞKERAN DI ROJEVÊ DE NÎNE

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî anî ziman ku Fransayê ti carî bicihkirina leşkerî li Tengava Hurmuzê nexistiye rojeva xwe.

Macron li paytexta Kenya Nairobiyê axivî û anî ziman ku nêzîkatiya Fransayê ew e ku bi Îranê re di nava koordîneyekê de "mîsyona ewlekariyê" pek bîne.

NETANYAHU: ŞER HÎN NEQEDIYA YE

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu jî ji qenala CBS a DYE'yî re axivî û îdîa kir ku şerê li hemberî Îranê hîn neqediya ye.

Netanyahu got, "Gelek hedef hate bicihanîn, lê belê şer bi dawî nebûye. Derxistina stokên ûranyûma dewlemendkirî ya li Îranê û jihevxistina hin tesîsên nukleerî divê bêne kirin."