Piştî ku êriş li ser sê keştiyên şer ên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yên li Tengava Hurmuzê hate kirin, Serokê DYE'yê Donald Trump gef li Îranê xwar.
Trump li ser platforma xwe ya medya dîjîtal daxuyanî da û anî ziman ku bi fuzeyan êriş li ser destroyerên DYE'yê hate kirin, lê êriş hatin astengkirin.
Trump got, "Fuze avêtin keştiyên me yên destroyer, lê belê bi hêsanî hate astengkirin. Bi heman rengî balafirên bêmirov hatin û di cih de li hewayê hatin îmhakirin" û bang li Îranê kir ku "bi lez" peymanê mohr bike.
Di dewama daxuyaniya xwe de Trump got, "Çawa ku me îro ew bêbandor kir, eger peymanê mohr nekin em ê siberojê hîn bi hişkî û tundî li wan bixin û em ê vê yekser bikin."
Trump li gel gefan her wiha îdîa kir ku agirbest hîn jî di meriyetê de ye.