Trump bi rojeva Îranê wê civîna krîzê lidar bixe

Li Washingtonê bi rojeva danûstandinên bi Îranê re û krîza Tengava Hurmizê wê civîna krîzê bê lidarxistin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump ragihand ku roja Duşemê bi rojeva Îranê wê civîneke awarte lidar bixe. Li gorî nûçeyên çapemeniya Emerîkî, mijarên weke xitimandinên di hevdîtinên agirbestê de û ji nû ve vekirina Tengava Hurmizê dê bibin rojevên sereke.

Nûçegihanê Axios Barak Ravid, ragihand ku Trump dê bi ewlehiya neteweyî û koma polîtîkayên derve re bicive û di hevdîtinan de dê li ser vebijarkên muhtemel ên derbarê xitimandinên danûstandinên bi Îranê re û rêveçûna şer nîqaş bimeşîne.

ABC News jî di nûçeya xwe ku dispêre agahiyên du rayedarên DYE, diyar kir ku rêveberiya Washingotnê bi dorpêça deryayî ya li ser Îranê piştraste, lê fikarên gelo danûstandinên heyî dê encam bidin an na zêde dibin.

ÎRAN PÊŞNIYAREKE NÛ PÊŞKÊŞ KIR

Di heman demê de hat îdîakirin ku Îranê pêşniyareke nû pêşkêşî DYE kiriye. Li gorî tê gotin, Tehran pêşniyar kiriye ku destpêkê Tengava Hurmizê were vekirin û şer bi dawî bibe. Piştre jî danûstandinên nukleerî werin kirin. Li hemberî vê hat gotin ku DYE vê pêşniyarê di bin ‘xetên xwe yên sor’ de dibîne.

TEHRAN: JI TÊKÇÛNÊ DYE BERPIRSYAR E

Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê Ebas Arakçî, ji ber têkçûna danûstandinên li Pakistanê DYE berpirsyar girt.

Arakçî got ku DYE daxwazên zêde kirin, ku ev yek pêvajo rawestand. Her wiha destnîşan kir ku ewlehiya Tengava Hurmizê ji bo tevahiya cîhanê girîng e.