Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Trump berpirsyariya têkildarî êrişa li ser dibistana Minabê red kir

Serokê DYE'yê Trump ew rapor red kir ku ji êrişa li ser dibistaneke seretayî ya zarokên çek a li Îranê, DYE'yê berpirsyar nîşan dide ku di encamê de zêdeyî 175 kes hatin kuştin. Trump bêyî ku delîlekê pêşkêş bike îdîa kir ku êriş ji aliyê Îranê ve hatiye

Donald Trump beşdarî merasîma cenazeyên leşkerên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bû, ku di êrişa balafira bêmirov a li ser navendeke fermandariyê ya li Kûweytê hatin kuştin. Trump piştre vegeriya Floridayê û di balafira Air Force One de bersiv da pirsên rojnamevanan.

'ÎRANÊ EV KIR'

Têkildarî êrişa bombeyî ya li ser dibistaneke zarokên keç a li Îranê de ku piraniya wan zarok zêdeyî 175 kes hatin kuştin, Trump îdîayên ku DYE'yê berpirsyar nîşan dide red kir. Trump îdîa kir ku raporên edlî rast nînin ku nîşan didin ku êriş ji aliyê DYE'yê ve hatiye kirin û bêyî ku delîlekê pêşkêş bike û got, "Li gorî tiştên ku min dîtiye, ev êriş ji aliyê Îranê ve hatiye kirin."

Wezîrê Parastinê yê DYE'yê Pete Hegseth ku heman pirs lê hate kirin, anî ziman ku lêpirsîna der barê mijarê dewam dike û got, "Bêguman em lêpirsînê dikin. Lê belê yekane aliyê ku êrişê dibe ser sivîlan Îran e."

Trump her wiha ji bo garantîkirina ûranyûma dewlemendkirî ya li Îranê bicihkirina yekîneyên bejahî yên DYE'yê bi temamî red nekir. Ji bo pirsa; wê yekîneyên bejahî ji Îranê re bêne şandin an na, Trump got, "Dibe, lê belê ji bo vê jî pêwîstiyeke gelekî baş divê." Ji bo şandina yekîneyên bejahî yên bi armanca ewlekirina navendên nukleerê yên Îranê Trump got, "Em niha nikarin bikin, dibe ku piştre bikin."

'MIN BIRYAR DA KU NAXWAZIM KURD BIKEVIN WÊ DERÊ'

Ji bo pirsa li ser îhtimala avakirina herêmek xweser a nû ya Kurdan li Îranê û tevlîbûna wan a li şer Trump got, "Em bi Kurdan re gelekî dostê hev in, lê belê em naxwazin ku şer hîn bêhtir tevlîhev bikin. Min biryar da ku naxwazim Kurd bikevin wê derê." Trump ragihand ku ew girîngiyê dide ewlekariya Kurdan û got, "Em naxwazin zerar bigihêje dostên me."

Trump ji bo pira "Piştî ku êriş qediyan, gelo wê nexşerêya Îranê weke xwe bimîne yan na" Trump got, "Ez nikarim vê tekez bibêjim, lê dibe ku weke xwe nemîne."

Têkildarî lêborîna rêveberiya Tehranê ya ji ber êrişên li ser welatên cîran, Trump ev yek weke nîşaneyeke lawaziyê pênase kir. Trump got, "Piştî ku min dît Îranê bi carekê lêborîn ji ji dewletên Rojhilata Navîn xwest, gelekî matmayî mam. Ev yek ji bo me û dewletên Rojhilata Navîn ên dostên me weke serketinekê dikare bê dîtin. Ev yek windahiyeke mezin e û teslîmiyeteke tam e."

Trump îdîa kir ku kapasîteya leşkerî ya Îranê lawaz bûye, rêveberiya Tehranê windahiyên giran daye û êrişên xwe kêm kiriye. Trump got, "Dibe ku teslîm bibin, em ê bi hev re bibînin bê wê çi bibe."