Trump: Agirbesta Îsraîl-Lubnanê wê sê hefteyan bê dirêjkirin
Serokê DYE'yê Donald Trump ragihand ku agirbesta navbera Îsraîl û Lubnanê wê sê hefteyên din bê dirêjkirin û alî dikarin li Qesra Spî hevdîtinê bikin.
Serokê DYE'yê Donald Trump ragihand ku agirbesta navbera Îsraîl û Lubnanê wê sê hefteyên din bê dirêjkirin û alî dikarin li Qesra Spî hevdîtinê bikin.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump daxuyaniyek da û anî ziman ku agirbesta navbera Îsraîl û Lubnanê wê sê hefteyên din bê dirêjkirin.
Di parvekirina xwe ya li ser platforma Truth Social de Trump got, "Civîn gelekî baş derbas bû! Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê wê bi Lubnanê re bixebite, ji bo Lubnan xwe ji Hîzbûllahê biparêze."
Trump diyar kir ku lîderên Îsraîl û Lubnanê dibe ku "di demeke nêz" li Qesra Spî hevdîtinê bikin.