Sûdanî û Tom Barrack li hev rûniştin

Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Iraqê ragihand ku Nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yê Emerîkayê (DYE) yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack û Serokwezîr Sûdanî li hev rûniştin.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Iraqê, Serokwezîrê demkî yê Iraqê Mûhammed Şiya Sûdanî li Bexdayê Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack kir mêvan.

Hate ragihandin ku di hevdîtinê de alî li ser rewşa Iraqê û piştgiriya Iraqê ya ji bo aramiya Sûriyeyê axivîn.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin, di mijara pirsgirêkên herêmî de nêrîn hatin parvekirin û Barrack destnîşan kiriye ku di mijara berjewendiyên hevpar ên Iraqê de dikare bi roleke girîng rabe.