Balafirgeha Senayê hat bombebarankirin: Hêzên hikûmeta Yemenê êrîş girt ser xwe

Balafirgeha Senayê yê navneteweyî îro (duşemê) hat bombebarankirin. Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihandin ku ji bo daketina balafireke Îranê asteng bikin wan êrîş pêkaniye.

Balafirgeha Senayê yê navneteweyî hat bombebarankirin. Kanala El Mesîra ya girêdayî Husiyan diyar kir ku balafirgeha Senayê ji carekê zêdetir bombebaran kirine. Ajansa Reutersê da zanîn ku dengê bombebaranê ji derdora balafirgehê tê.

Der barê heman mijarê de endamê ofîsa siyasî ya koma Ensarullah (Husî) Mihemed El Fereh anî ziman ku helwesta Sanayê li hemberî Erebistana Siûdî zelal e û got heke Siûdî yan jî çeteyên wê êrîşeke biçûk bikin ew ê tund bersivê bidin.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên girêdayî Husiyan serbaz Yeyna Serî jî got: "Êrîşa Siûdiyê li ser balafirgeha Senayê pêvajoya kêmbûna êrişan bi dawî kir û em ê bersiv bidin êrîşa Siûdiyê. Dijminê me Siûdî balafirgeha Senayê ya navneteweyî ji carekê zêdetir bombebaran kir û ev êrîş bê bersiv namîne."

Li beramberî wê Hêzên Çekdar ên Yemenê yên girêdayî hikumeta navendî ragihand ku wê balafirgeha Senayê bombebaran kiriye, ji bo ku destûr nede balafireke Îranê dakevê. Her wiha got Îran israr dike ku destdirêjiya axa welat bike, ji ber vê yekê wan balafirgeha Senayê bombebaran kiriye.

Heyanî niha Siûdiyê têkildarî mijarê û daxuyaniyên Husiyan tu bersiv nedane.