Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Li gorî DYE’yê Îranê şer winda kiriye û di demek nêzîk de wê têkeve bin kontrolê

Wezîrê Şer ê DYE’yê di roja pêncemîn a şerê li dijî Îranê de îdia kir ku Îranê şer winda kiriye, hêza wê ya hewayî û deryayî çûye û got, "Îstîxbaratên Emerîkî û Îsraîlî wê Îranê kontrol bikin."

Şerê ku bi êrîşên Îsraîl û DYE’yê yên li ser Îranê dest pê kir, di roja pêncemîn de berdewam dike û pevçûn li eniyên Îran, Îsraîl û Lubnanê berfireh dibin. Di demeke ku alî êrîşî hev dikin de rageşiya li herêmê bandorê li Tirkiye û welatên Kendavê jî dike.

Wezîrê Şer ê DYE’yê Pete Hegseth di daxuyaniyek çapemeniyê de got, "Îstîxbaratên Emerîkî û Îsraîlî wê Îranê kontrol bikin. Û ev yek wê di demek nêzîk de pêk were.”

Hegseth wiha berdewam kir. "Em qadên hewayî û deryayî kontrol dikin. Em çarenûsa Îranê kontrol dikin."

JI ZÛ VE ŞER WINDA KIRIYE, HÊZÊN WÊ HATIN TUNEKIRIN

Wezîr got, ”Hêza hewayî ya Îranê êdî tuneye. Hêza deryayî ya Îranê di binê Kendava Farisê de ye, hatiye tunekirin û wêrankirin. Jixwe wan şer winda kiriye."

EV DESTPÊK E

Hegseth axaftina xwe wiha domand: "Ev destpêk e. Hemû kapasîteyên Îranê saet bi saet tên wêrankirin, hêza Emerîkî mezin dibe. Em ê bi sedan kîlo mûşekên rast ji depoyên xwe yên bêdawî bi kar bînin. Me di destpêka operasyonê de cebilxaneyên Patriot bi kar anîn. Lê em ê derbasî tiştên din bibin."

HÊZÊN ALÎKARIYÊ DI RÊ DE NE

Wezîr destnîşan kir ku hêzên alîkariyê di rê de ne û “wiha pê de çû: “DYE bi biryardarî, wêranker û bêrehmî qezenc dike. Ji bo serketina vê operasyonê em ê hemû demên pêwîst bi kar bînin.”

Pete Hegseth got, "Dema ku rêberên Îranî serê xwe rakin, ew ê tenê balafirên Emerîkî û Îsraîlî bibînin.”  Hegseth soza "şev û roj mirin û wêrankirin" da.

DYE: ÊRÎŞÊN MÛŞEKAN ÊN ÎRANÊ JI SEDÎ 86 KÊM BÛNE

Serokê Fermandariya Giştî ya Hêzên Hevbeş ên DYE’yê Dan Caine jî got, "Êrîşên mûşekên Îranê ji roja yekem ve ji sedî 86 û di 24 saetên dawî de ji sedî 23 kêm bûne."

BÛYERÊN DI NAVA ROJÊ DE QEWIMÎN…

Vaye geşedanên ku saet 15.00’an de li eniyên şer qewimîne wiha ne:

* Pete Hegseth got ku Çîn û Rûsya di şerê DYE’yê yê li dijî Îranê de "bi rastî ne faktor in”. Serokê Pentagonê di civîneke çapemeniyê bersiv da pirsa “peyama we ji bo Çîn û Rûsya ên ku hevkarên Îranê ne, dawî li dijminatiyê bîne heye yan na?” diyar kir ku ji bo wan peyamek tune ye û got, "Ew li vir faktorek rastîn nînin û pirsgirêka me ne bi wan re ye, bi armancên nukleerî yên Îranê re heye."

* Wezîrê Şer Pete Hegseth ragihand ku DYE’yê keştiyek deryayî ya Îranê li qada navneteweyî ya Okyanûsa Hindî binav kiriye. Li gorî Reutersê keştiyek Îranî li peravên Srî Lankayê hatiye lêdan. Hegseth diyar kir ku ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn vir ve cara yekem e ku keştiya binavî ya DYE’yê êrîşek bi vî rengî kiriye. Li gorî Associated Pressê rayedarên Srî Lankayê ragihandin ku 32 endamên ekîba keştiya Îranî hatine rizgarkirin. Li gorî Reutersê çend cenaze li deryayê hatine dîtin. Ajansê xwe spart çavkaniyên deryayî û wezareta parastinê ya Srî Lankayê û ragihand ku herî kêm 101 kes winda ne.

* Pasdarên Şoreşê yên Îranê rêxistinên Kurd li Başûrê Kurdistanê hedef girtin. Pasdarên Şoreşê got ku “wan bi sê mûşekan baregehên" Komala û rêxistinên din ên Kurd ku ew wekî "dij şoreşger" bi nav dikirin, hedef girtine. Di êrîşan de şervanekî Kurd hat jiyana xwe ji dest da.

* Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê ragihand ku mûşekek ji Îranê hatiye avêtin û hatiye tespîtkirin ku ber bi qada hewayî ya Tirkiyeyê ve diçe, ji hêla pergala parastinê yên NATO’yê yên li Rojhilatê Deryaya Spî hatine bicihkirin ve hatiye astengkirin û îmhakirin. Enqereyê hişyarî da Tehranê ku ji kiryarên ku dikarin pevçûnê gurtir bikin dûr bisekine. NATO’yê hedefgirtina Tirkiyeyê şermezar kir û piştgiriya hevpeymaniyê ji bo Enqereyê ragihand. Rayedarekî Tirk ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku hedef ne Tirkiye bû.

* Merasîma cenazeyê ji bo Rêberê Olî Elî Xamineyî yê ku di êrîşên DYE û Îsraîlê de li Îranê  jiyana xwe ji dest da hatibû plankirin, hate paşxistin. Endamê Meclîsa Pisporên Îranê Ehmed Hatemî got ku Rêberê Olî yê nû wê demildest were hilbijartin, lê welat di rewşa şer de ye.

* Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz got ku her rêberê nû yê ku ji hêla rejîma Îranê ve were destnîşankirin “wê bibe armanceke ku divê were tunekirin".

* Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan bi dehan hedef li Îranê bombebaran kirine û îdia kir ku wan li nêzî Tehranê li baregeheke leşkerî ya veşartî ya bin erdê xistiye ku ew parçeyek girîng a kapasîteya pêşxistina çekên nukleerî yên Îranê ye. Artêşa Îsraîlê qebûl kir ku Îran hîn jî xwedî kapasîteya gelek êrîşên mûşekî yên li dijî Îsraîlê ye.

* Şer belavî Lubnanê bûye. Artêşa Îsraîlê deverên nêzîkî Beyrûd û kelehên Hizbullahê hedef girtin.

* Artêşa Îsraîlê êrîşên nû li başûrê Lubnanê ragihand ku tê gotin ku ketine bajarokê Xiyamê ku 6 kîlometreyan sînor dûr e.

* Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di bombebaranên li başûrê Beyrûd û Baalbekê de herî kêm 11 kes jiyana xwe ji dest dane.

* Hizbullahê ragihand ku wan dronên êrîşê şandine navenda pîşesaziya fezayî ya Îsraîlê û bi mûşekê baregehek leşkerî li bakurê welêt hedef girtine.

* Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku wan nêzîkî 40 mûşek avêtine hedefên DYE û Îsraîlê. Rayedarên Îranî  diyar kirin ku Tengava Hurmuzê “bi tevahî di bin kontrola" deryayî ya Îranê de ye.

* Pevçûn bandorê li bazirganiya deryayî jî dike. Tê gotin ku tankerek petrolê li peravên Emîrtiyên Yekbûyî yên Erebî ji ber parçeyên teqemeniyek nenas zirar dîtiye.

* Wezareta Şer a DYE’yê nasnameya çar leşkerên Emerîkî yên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê, leşkerên wan di êrîşa drone ya 1’ê Adarê li herêma Port Shuaybah a Kuweytê jiyana xwe ji dest dane.