Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Artêşa DYE’yê: Li Îranê zêdetirî 1700 hedef hatin lêdan

Fermandariya Navendî ya DYE’yê ragihand ku di çarçoveya êrîşên li dijî Îranê de zêdetirî 1700 hedef hatine lêdan.

Fermandariya Navendî ya DYE (Centcom) ragihand ku artêşa DYE’yê di çarçoveya êrîşên ku roja Şemiyê dest pê kirine de li Îranê zêdetirî 1700 hedef hatine lêdan

Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku hedefên ku hatine xistin cihên avêtina mûşekan, keştiyên deryayî, binavî û navendên kontrolê ne. Centcom daxuyand ku ji bo êrîşan gelek balafirên şer, pergalên mûşekan û keştî hatine bikaranîn.

Fermandariyê anî ziman ku di operasyonan de wan girîngî dane “cihên lezgîn ên gefê”.

Her wiha artêşa Îsraîlê ragihand ku wan di van kêliyan de êrîşî tesîseke Îranê ku armanc dike kapasîteyên pêşxistina çekên nukleerî ava bike, kiriye.