Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Îran: Tengava Hurmuzê hat girtin

Pastarên Şoreşê yên Îranê daxuyand ku Tengava Hurmuzê girtine û diyar kir ku keştiyên ku hewl bidin derbas bibin wê bibin hedef. Girtina tengavê, ji bo bazirganiya petrolê ya cîhanî girîng e, wê encamên cidî li ser aboriya cîhanê çêbike.

Li gorî medyaya dewleta Îranê, fermandarê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ragihand ku Tengava Hurmuzê ku yek ji noqteya herî girîng ên veguhastina petrolê ya cîhanê ye girtin. Fermandar diyar kir ku keştiyên ku hewl bidin ji tengavê derbas bibe wê were şewitandin.

Tengava Hurmuzê ku Kendava Basrayê bi Kendava Omanê û deryayên vekirî ve girêdide wekî rêyek avê ya stratejîk tê zanîn ku beşek girîng a bazirganiya petrolê ya cîhanî ji wir derbas dibe. Pispor diyar dikin ku girtina tengavê dikare di bazarên cîhanê rê li ber guherînên cidî veke û di serî de wê aboriyên pêşkeftî yên ku girêdayî enerjiyê ne bihejîne.