Îsraîl wê 25 avahiyan hilweşîne: Bi sedan kes wê bêwar bimînin
Hat ragihandin ku Artêşa Îsraîlê amadekariyan dike ku li Kampa Penaberan a Nur Şemsê ya li bakurê Şerîeya Rojava 25 xaniyan hilweşîne.
Hat ragihandin ku Artêşa Îsraîlê amadekariyan dike ku li Kampa Penaberan a Nur Şemsê ya li bakurê Şerîeya Rojava 25 xaniyan hilweşîne.
Li gorî agahiyên ku berpirsên herêmî dane AFP'ê, tê payîn ku ji ber van hilweşandinan nêzîkî 100 malbat ji malên xwe derkevin.
Waliyê Tulkerîmê Abdullah Kamîl diyar kir ku ew ji aliyê COGAT, yekîneya bi ser Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ku çalakiyên sivîl ên li ser axa Filistînê çavdêrî dike, hatine agahdarkirin û got ku avahiyên navborî dê heta dawiya hefteyê werin hilweşandin.
Faysal Salama, berpirsê Komîteya Gel a Kampa Penaberan a Tulkerîmê jî got ku yekîneyên koordînasyona leşkerî û sivîl ji wan re gotine ku 25 avahî dê di roja Pêncşemê, 18ê Kanûnê de werin hilweşandin.
COGAT bersiva pirsên AFP'yê yên derbarê mijarê de neda, lê artêşa Îsraîlê got ku ew agahiyan berhev dike. Îsraîl ji sala 1967an ve Şerîeya Rojava di bin dagirkeriyê de digire.
Ji destpêka sala 2025’an ve artêşa Îsraîlê operasyonên berfireh ên leşkerî li dar dixe, ku dibêje komên çekdar ên Filistînî li kampên penaberan ên wekî Cenîn, Tulkerîm û Nur Şemsê dike hedef. Di van operasyonan de, bi hinceta hêsankirina derbasbûna leşkeran, tê gotin ku bi sedan xanî hatine hilweşandin.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan di dawiya meha mijdarê de raporek weşand û ragihand ku ji ber operasyonên navborî, qet nebe 32 hezar Filistînî hîna jî bêwar mane.
Kampa Penaberan a Nur Şemsê ku di destpêka salên 1950'î de hatiye damezrandin, di nav kampên ku piştî ku bi sed hezaran Filistînî di dema damezrandina Îsraîlê de di sala 1948’an de ji malên xwe hatin derxistin, hatiye avakirin.