Dengên 6 namzedên serketî hatin betalkirin
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê dengên 6 namzedên ku di hilbijartinan de bi ser ketine, betal kirin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê dengên 6 namzedên ku di hilbijartinan de bi ser ketine, betal kirin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê biryar daye ku dengên 6 namzedên ku di hilbijartinên parlamentoyê de ser ketine betal bikin.
Hate ragihandin ku namzed di nava hevpeymaniyên Çarenûsa Neteweyî, Hevpeymaniya Selahedîn ya Nasnameya Me, Hevpeymaniya Serwerî, Hevpeymaniya Yekgirtû ya Selahedîn de cih digirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku sedemên cuda yên betalkirina dengên namzedên serketî hene û namzedan belgeyên têkildarî xwendina xwe pêşkêş nekirine û hate gotin ku biryara betalkirina dengan guncavî yasaya hilbijartinê ye.
Di 9’ê Mijdarê de dengdana taybet û roja 11’yê Mijdarê jî degndana giştî ya hilbijartina dema şeşem a Parlamentoya Iraqê hate lidarxistin. Biryare îro Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê encamên hilbijartinê ragihîne.