Roja 10’an: Îran, Kendav û Lubnan di xeleka agir de ne

Bi êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê û bi fuzeyên Îranê re şer ket roja 10’an. Welatên Kendavê rû bi rûyê êrîşên dron û fuzeyan e. Li Lubnanê şer heye.

ROJA 10'AN A ŞER

Şerê ku 28’ê Sibatê bi êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îsraîlê re destpê kir, ket roja 10’an. Tehranê piştî hilbijartina lîderê olî yê nû, fuzeyên ewilî avête Îsraîlê. Mûhafizên Şoreşê dilsoziya xwe ya bi lîderê olî yê nû re ragihandin, milîsên li Iraqê jî lîderê nû silav kirin. Li eniya Lubnan jî hem bombebaran, hem şer heye.

ENIYA ÎRANÊ: LÎDERÊ OLÎ YÊ NÛ HATE HILBIJARTIN, ÊRÎŞ DIDOMIN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku pêla êrîşeke nû ya ku “binesaziyên rejîmê” yên li navenda Îranê hedef digire, daye destpêkirin. Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate diyarkirin ku êrîş li dijî “binesaziyên rejîmê” yên li Îranê ne.

Êrîşên navborî piştî hilbijartina lîderê olî yê nû Ayetullah Mojtaba Hamaney, bû operasyona ewilî ya Îsraîlê.

Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê IRIB, rêveberiya Tehranê piştî hilbijartina Mojtaba Hamaney êrîşa bi fuzeyan a li dijî Îsraîlê da destpêkirin. Di dîmenên hatine weşandin de hate dîtin ku li ser hin fuzeyan nivîsa “Di bin fermana te de Seyyîd Mojtaba” hebû.

Rêveberiya DYE’yê jî ragihand ku di operasyona “Epic Fury” a li dijî Îranê de leşkerekî din ê Emerîka mir. Ji 1’ê Adarê ve hejmara leşkerên DYE’yê yên mirine, gihişte 7’an.

Serokê DYE’yê Donald Trump got, şerê li dijî Îranê wê bi “biryareke beramber” a bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu re bi dawî bibe.

Trump bi telefonê roportaj da Times of Israel. Trump îdîa kir ku Îran armanc dike Îsraîlê tune bike û got, “Me welatekî ku dixwest Îsraîlê tune bike, tune kir.”

ENIYA KENDAVÊ: ÊRÎŞÊN LI SER BAHREYN, KUWEYT, MÎRNIŞÎNÊN EREB ÊN YEKGIRTÎ, SIÛDÎ EREBISTAN

Bahreyn, Kuweyt, Katar, Mîrnişînên Ereb ên Yekgirtî û Siûdî Erebistan sihara duşemê rû bi rûyê êrîşên bi fuze û dronan ma.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Bahreyn, di êrîşa bi dron a Îranê ya li ser herêma Sîtra de 32 sivîl birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa 4 ji birîndaran giran e. Rayedaran ragihand ku di nava birîndaran de keçek ciwan a 17 salî û du zarokên di temenê 7 û 8 salî de henr, yek ji birîndaran a herî biçûk jî pitikek du mehî ye.

ENIYA LUBNAN: LI BEYRÛTÊ BOMBEBARAN, LI BEKAA’YÊ ŞER

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di roja 10’an a şer de banliyoyên başûr ên Beyrûtê car din bombebaran kiriye. Îsraîlê îdîa kir ku binesaziyên Hîzbûlaha alîgirê Îranê hatine hedefgirtin.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê ANI’yê di êrîşa li ser bajarê Tayr Debba ya li başûrê welêt de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 15 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku li Geliyê Bekaa’yê jî navbera hêzên Îsraîl û Hîzbûlahê şerekî dijwar diqewime. Hîzbûlahê îdîa kir ku leşkerên Îsraîlê bi 15 helîkopteran daketine herêmê û piştî şer helîkoptereke Îsraîlê hate xistin.

Hat ragihandin ku di nava hefteyekê de ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê, zêdeyî 400 kes mirin.

KRÎZA ENERJIYÊ

Bandora şer a li ser piyasa enerjiyê jî her diçe zêdetir dibe. Îranê ragihand ku piştî êrîşên li ser tesîsên petrolê, dibe binesaziyên enerjiyê yên li herêmê hedef bigire.