Sekretera Giştî ya Amnesty International, Agnès Callamard, di daxuyaniyekê de got: "Agirbest dikare ji bo mirovên li Xezayê dijîn xeyalek vegera rewşa normal a bi awayekî xeternak biafirîne. Rayedar û hêzên Îsraîlê tundiya êrîşên xwe kêm kirin û destûr dan bi awayekî sînordar alîkariyên mirovî bikevin Xezayê, lê divê cîhan ji vê rewşê nexape: Qirkirina ku Îsraîl pêk anîye, xilas nebûye."
Amnesty lê zêde kir ku ji roja agirbesta 9’ê Cotmehê ve, "di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 327 kes, di nav de 136 zarok, hatine kuştin." Rêxistinê Îsraîl tawanbar kir ku "hewl dide ku gihîştina alîkarî û kelûmelên bingehîn ên awarte sînordar bike," û bi vî awayî gelek biryarên dadgehê yên ji bo pêşîlêgirtina qirkirinê hatine hildan binpê dike.
Amnesty wiha dot, "Mercên heyî hîn jî dibe ku bibin sedema tunekirina Filistîniyên li Xezayê, bi taybetî ji ber zêdebûna hestiyariya gel li hember pirsgirêkên tenduristiyê û belavbûna nexweşiyan ji ber dorpêça nezagonî ya bi salan û dorpêça tam a çend mehan di nav salekê de."
Rêxistinê bang li rêberên cîhanê kir ku dev ji vê yekê bernedin, û got: "Civaka navneteweyî nikare toleransê nîşan bide: Divê dewlet bi domdarî zextê li ser Îsraîlê bikin da ku destûrê bide gihîştina bê asteng a alîkariyên mirovî, dorpêça nezagonî rake û dawî li qirkirina ku didome bîne. Û divê şîrketên dibin sedema qirkirinê an jî rasterast sedema qirkirinê ne, divê tavilê, hemû xebatên xwe rawestînin."