Rêxistina Efûyê: Hamasê 7'ê Cotmehê û piştî wê 'li dijî mirovahiyê' sûc kir

Amnesty International yekemcar Hamas û komên çekdar ên Fîlîstînî sûcdar kir ku 7'ê Cotmeha 2023'an di êrişên li ser Îsraîlê û piştî wê de li dijî mirovahiyê sûc kirin.

Di rapora nû ya Rêxistina Efûyê de ya ji 170 rûpelî, êrişa li dijî sivîlan a 7'ê Cotmehê weke sûcê li dijî mirovahiyê hate pênasekirin.

Li gorî raporê, di serî de Hamas komên çekdar ên Fîlîstînî bi revandina bi zorê, êşkence, windakirina bi zorê, destavêtin, destdirêjî, dîlgirtin û desteserkirina cenazeyan hiqûqa navneteweyî binpê kir.

Amnesty diyar kir ku ragirtina dîlgirtiyan "stratejiyeke berê plankirî" ya Hamasê û komên din pênase kir.

Di êrişên 7'ê Cotmehê de piraniya wan sivîl 1.221 kesî jiyana xwe ji dest dan. Wê rojê 251 kes dîl hatin girtin, tê gotin ku 44 ji wan di dema êrişê de hatin kuştin. Ji 207 dîlgirtiyên sax man jî 41 ji wan di dema dîlgirtinê de mirin. Niha tenê cenazeyekî dîlgirtiyekî Îsraîlî li Xezeyê ye.

Amnety diyar kir ku "berpirsyarê sereke" yê van sûcan Hamas e, lê belê Cîhada Îslamî, Tûgayên Şehîdên El Aksa û hin sivîlên serbixwe jî xwedî berpirsyariyê ne.

Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) di Gulana 2024'an de têkildarî lîderên Hamasê Îsmaîl Haniye, Mûhammed Deîf û Yahya Sînwar birayra girtinê dabû, lê belê ji ber ku ew lîder piştre di êrişên Îsraîlê de hatin kuştin, biryara xwe betal kiribû.

DCN'ê di Mijdara 2024'an de jî ji ber sûcê li dijî mirovahiyê û sûcê şer ê li Xezeyê têkildarî Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê yê berê Yoav Gallant birayra girtinê da kuk biryar hîn jî di meriyetê de ye.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Herêmê di operasyonên leşkerî yên Îsraîlê de li Xezeyê zêdeyî 70.369 Fîlîstînî mirin, zêdeyî nîvê qurbaniyan jin û zarok bûn. Ev dane ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke "cihê baweriyê" tê dîtin.

Îsraîl sûcdariya "qirkirinê" ya lê tê kirin red dike. Amnesty çalakiyên Îsraîlê yên li Xezeyê hîn jî weke "qirkirineke dewam dike" pênase dike.