Rêxistina Efûyê: Divê rejîma Îranê darvekirina girtiyên siyasî rawestîne
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) bang li rayedarên Îranê kir ku cezayê darvekirinê yê li girtiyên siyasî birî ye, bi lez rawestîne.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) bang li rayedarên Îranê kir ku cezayê darvekirinê yê li girtiyên siyasî birî ye, bi lez rawestîne.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, derbarê metirsiya darvekirina hejmarek girtiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyek belav kir û hişyarî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin; "Em bang li rayedarên Îranê dikin ku cezayê darvekirinê yê li ser girtiyên siyasî yên ku niha di Girtîgeha Şêban a Ahvazê de tên ragirtin û rûbirûyî metirsiya herî mezin a bidarvekirinê ne, demildest rawestînin."
Rêxistinê bi taybetî li ser rewşa girtiyên siyasî yên bi navên Mesûd Cameî, Elîreza Mûrdasî, Ferşad Îtîmadî Fer, Reza Ebdûlî û Hesen Mûslawî hişyarî da û xwest ku her planek ji bo bicihanîna cezayên wan bi lezgînî were sekinandin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî nêzîkatiya dadwerî ya rejîma Îranê ya li hemberî muxalîfan rexne kir û diyar kir ku pêvajoya darizandina van kesan tije pirsgirêkên hiqûqî û binpêkirina mafên mirovan e.
Rêxistinê ragihand şert û mercên Girtîgeha Şêban gelekî xirab in, girtîgeh pir qelebalix e û xizmetguzariyên pêwîst lê nînin. Rêxistinê da zanîn ku girtî ji dermankirinê bê par in û jiyana wan di metirsiyê de ye.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî eşkere kir ku hikûmeta Îranê ji destpêka şerê xwe yê li gel Emerîka û Îsraîlê ve, herî kêm 42 girtiyên siyasî darve kirine.
Rêxistinê diyar kir ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê weke amûrekê ji bo tirsandin, bêdengkirina dengên nerazî û zilmê bi kar tîne.