Rageşiya li Rojhilata Navîn tevî agirbestê jî berdewam dike
Di gel ku şerê Îsraîl-DYE û Îranê di pêvajoya agirbestê de ye jî hê ne diyarE ku alî wê li Pakistanê bi awayekî rasterast werin ba hev yan na.
Di gel ku şerê Îsraîl-DYE û Îranê di pêvajoya agirbestê de ye jî hê ne diyarE ku alî wê li Pakistanê bi awayekî rasterast werin ba hev yan na.
Agirbesta şerê şerê Îsraîl-DYE û Îranê ya ku di 7’ê Nîsanê de hate îlankirin, li gel dirêjkirinan berdewam dike. Di şer de krîza Tengava Hurmuzê berdewam dike û welatên berbehs ferzkirinên xwe yên dorpêç û agirbestê didomînin.
Her du alî herî dawiyê di 11’ê Nîsanê de li paytexta Pakistan Îslamabadê hatin ba hev û piştî ku ji vê hevdîtinê lihevkirinek derneket, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump ragihandibû ku ew ê Tengava Hurmuzê bi leşkeran dorpêç bike.
Her wiha Trump dabû zanîn ku heya lihevkirinek pêk neyê ew ê agirbestê dirêj bikin.
Herî dawiyê Serokê DYE’yê Donald Trump di 24’ê Nîsanê de gotibû ku wan teklîfeke ku hê Îran jî nizane bê ka çi ye pêşkêş kiriye û divê ew vê yekê bibînin. Di vê çarçoveyê de hate diyarkirin ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî li Pakistanê ye û Nûnerê Taybet yê DYE’yê Steve Witkoff û Jarod Kushnerê zavayê Trump bi armanca tevlîbûna hevdîtinê wê îro derbasî Îslamabdê bibin.
Her wiha Trump li ser medyaya dijîtal got ku agirbesta di navbera Îsraîl û Lubnanê de jî ji bo sê hefteyan hatiye dirêjkirin.
ARAKÇÎ LI PAKISTANÊ YE
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî li ser Telegramê da zanîn ku ew ê li gel çend welatan hevdîtinên dîplomatîk pêk bînin û da zanîn ku ew bi Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Ishak Dar û Serfermandarê Pakistanê Mereşal Asim Munir re civiyaye.
Tê payîn ku Arakçî û heyeta DYE’yê li paytexta Pakistanê hevdîtinekê pêk bînin.
YE’YÊ SÎNYALA SISTKIRINA PÊKANÎNÊN LI SER ÎRANÊ DA
Yekîtiya Ewropayê (YE), mijara kêmkirina pêkanînên li ser Tehranê ya gav bi gav xist rojeva xwe. Serokên YE’yê di civîneke li Qibrisê de rewşa li herêmê nirxandin û dan zanîn ku ji bo agirbest û pêşniyaran divê hemû alternatîf werin nirxandin.