Protestoyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê: Nêzî 3 hezar mirî, 20 hezar binçavkirî
Di protestoyên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de ku kete roja 19'an, bîlanço giran dibe. Nêzî 3 hezar kes hatin kuştin, nêzî 20 hezar kes jî hatin binçavkirin.
Di protestoyên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de ku kete roja 19'an, bîlanço giran dibe. Nêzî 3 hezar kes hatin kuştin, nêzî 20 hezar kes jî hatin binçavkirin.
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, çalakiyên şermezarkirinê ku 28'ê Kanûna 2025'an li dijî krîza siyasî û civakî destpê kirin, bi piştgirî û beşdariya bi milyonan mirovî dewam dikin. Hêzên rejîma Îranê bi tundiyê hewl dide protestoyan bitepisîne. Ji ber qutkirina rêyên ragihandinê yên li welêt, asta vê tundiyê baş nayê zanîn.
GEL QADAN NATERIKÎNE
Li gel tundî û êşkenceya ku rejîma Îranê li xwepêşandêran dike, gel qadan naterikîne. Çalakiyên şermezarkirinê ku bi dirûşma "Mirin ji Xamaney re, Mirin ji Dîktator" re têne lidarxistin li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li 31 bajar, 187 navçe û 617 bajarokan belav bûne.
Jin û ciwan ên ku pêşengiyê ji çalakiyan re dikin dibin hedefa hêzên rejîmê. Di çalakiyên şermezarkirinê de ku 55 zanîngeh jî piştgiriya wan dikin, aqûbeta jin û ciwanên hatin binçavkirin nayê zanîn.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi daxuyaniyekê ragihand ku bi dehan dîmenên ji Alborz, Gilan, Kirmaşan, Razavi Xorasan û Sistan-Belucistanê hatine lêkolîn û di encamê de diyar bûye ku hêzên rejîm Îranê hêza kujer li dijî xwepêşandêran bi kar tîne. Rêxistinê diyar kir ku ku Muxafizên Şoreşê, rêxistina polîsên Îranê FARAJA û ajanên bi kincê sivîl jî êrişan dikin.
NÊZÎ 3 HEZAR KES BI HOVANE HATIN QETILKIRIN
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ku cenaze bi rojan e nehatine tespîtkirin, têkildarî hejmara miriyan agahiyên cuda li torên medya dîjîtal belav dibin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan HRANA'yê di nava 19 rojan de 2 hezar û 615 xwepêşandêr hatin kuştin. Hate ragihandin ku 12 ji wan kêmî 18 salî bûn. Lê belê li gorî hin çavkaniyan ev hejmar di ser deh hezarî re ye.
CENAZE DI BERDÊLA PEREYAN DE JI MALBATÊN WAN RE TÊ DAYIN
Di weşanên radyoyê de tê gotin, hêzên dewleta Îranê diavêjin ser nexweşxaneyan û birîndaran direvînin. Hate ragihandin ku gelek ji birîndarên hatin revandin hatin qetilkirin û cenazeyên wan jî di berdêla 700 milyon riyalî de radestî malbatên wan têne kirin. Ji ber vê yekê jî xwepêşandêrên birîndar dibin naçin nexweşxaneyê.
HRANA'yê ragihand ku di êrişan de 2 hezar û 45 xwepêşandêr birîndar bûn. Lê belê tê texmînkirin ku ev hejmar hîn zêdetir be.