NY’yê ji bo ‘înfaza li Cenînê’ daxwaza lêpirsînek serbixwe kir

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, diyar kir ku du Filîstînî li Cenînê wekî ku ‘tê dîtin’ dema hewl didan xwe radestî polîsên sînor ên Îsraîlê bikin, tên înfazkirin. NY’ê li ser vê bûyerê banga lêpirsînek serbixwe û lezgîn kir.

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Jeremy Laurence, destnîşan kir ku dîmenên belavbûyî nîşan didin ku du Filistînî dema hewl didan xwe radestî polîsan bikin, ji aliyê leşkeran ve tên berhêlîkirin û piştre dengê çekan bilind dibe û got ‘ev bûyer gumana înfazkirina vekirî’ derxistiye holê. Rayedarên Filistînê, bûyer wekî "sûcekî şer" bi nav kir. Di heman demê de artêş û polîsên Îsraîlê jî ragihandin ku lêpirsîn berdewam dike.

Li gorî daneyên AFP’ê yên ji rayedarên Filistînê bi dest xistine bêhtirî hezar Filistînî hatine kuştin. Li gorî daneyên Îsraîlê jî nîşan didin ku di heman demê de herî kêm 44 Îsraîlî mirin e.