NY: Binpêkirinên li Sûriyeyê dewam dikin

Komîseriya Bilind ê Mafên Mirovan (OHCHR) ragihand ku li Sûriyeyê binpêkirinê mîna darvekirin, revandin, tundiya cinsî, girtin û talankirina milkan, berdewam in. Komîseriyê daxwaza edalet û hesabpirsînê ya tavilê kir.

Di daxuyaniyekê de ku li Cenevreyê ji hêla berdevkê OHCHR, Thamin Al Xitan ve hat dayîn, OHCHR ragiand ku li Sûriyeyê binpêkirinê mîna darvekirin, revandin, tundiya cinsî, girtin û talankirina milkan, derxistina bi zorê û sînordarkirina azadiya ramanê û kombûnên, berdewam in. 

Her wiha destnîşan kir ku hin ji van kiryaran li dijî civakên taybet ên  Elewî, Durzî, Xiristiyan û Bedewî pêk hatine û ji ber zêdekirina gotara nefretê gur bûne.

OHCHR her wiha destnîşan kir ku tevlêkirina komên çekdar ên berê di nav hêzên ewlehiyê yên nû de bi lez û bez hatiye kirin, û daxwaza reforma sektora ewlehiyê li gorî standardên mafên mirovan kir. 

El Xitan her wiha da zanîn ku pêdivî bi lêpirsînek serbixwe, berfireh û zelal heye li ser hemû binpêkirinên berê û yên niha û xwest ku berpirsiyar werin darizandin.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî, Volker Turk, banga çareserkirina sedemên bingehîn ên binpêkirinan kir, û diyar kir ku "lêpirsîn, dadmendî, aştî, ewlehî û mafên qurbaniyan şertên bingehîn in ji bo serkeftina pêvajoya veguhêz li Sûriyeyê. "