Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

NY: Şerê li Rojhilata Navîn vediguhere krîzeke mirovî ya mezin

Komîsertiya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku şerê li Rojhilata Navîn veguheriye “krîzeke mirovî ya mezin” û divê li seranserî herêmê mudaxileyeke lezgîn were kirin.

Dîrektorê Desteka Bername û Rewşên Lezgîn a Komîsertiya Bilind a Koçberan a NY’ê Ayaki Ito got, “Krîza ku li Rojhilata Navîn mezin dibe, krîzeke mirovî ya mezin çêdike. Li hemû herêmê û Başûrêrojhilatê Asyayê pêdivî bi mudaxileyeke lezgîn heye.”

Ito diyar kir ku hin personelên NY’ê yên ku li herêmê wezîfe dimeşînin, di bin xeteriya ewlehiyê de ne.

Li aliyê din Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a NY’ê Volker Turk bang li aliyan kir ku tengasiyê hinekê kêm bikin û ji bo parastina sivîlan tedbîr bigirin.

Turk got, “Divê şans bê dayîna aştiyê.”