Netanyahu beriya dengdana girîng a NY’ê got ‘Em li dijî dewleta Filîstînê ne’

Bi nêzbûna dema dengdana girîng a NY’ê re ya li ser Xezeyê, Netanyahu û wezîrên wî dijberiya xwe ya li dijî dewleta Filîstînê dubare kirin.

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), dê roja Duşemê li ser pêşnûmeyeke ku ji aliyê Emerîkayê ve li ser Xezeyê hatiye pêşkêşkirin, ku tê de behsa dewleteke Filistînî ji bo siberojê tê kirin, deng bide. Berî dengdanê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û çend wezîrên din dijberiya xwe ya li hember dewleteke Filistînî dubare kirin.

Netanyahu got, "Dijberiya me ya li hember dewleteke Filistînî neguheriye. Pêdiviya me bi şîretên kesî nîne"

Siyasetmedarên rastgir Bezalel Smotrich û Itamar Ben Gvir, jî diyar kirin ku ew ê tu carî dewleteke Filistînî qebûl nekin.

Wezîrên Parastinê û Karên Derve ev nêrîn dubare kirin.

Roja Duşemê Konseya Ewlekariyê dê li ser vê pêşnûmeyê dengdan bike.