Navenda Edaletê ya Navneteweyî têkildarî gorên komî yên li Iraqê bang kir

Navenda Edaletê ya Navneteweyî ya Cenevreyê bang li rayedarên Iraqê kir ku lêkolînek profesyonel û serbixwe li ser gorên komî yên ku li parêzgeha Enbarê hatîn dîtin, were kirin.

Navenda Edaletê ya Navneteweyî ya Cenevreyê têkildarî gorên komî yên li sînorê parêzgeha Enbarê hatîn dîtin, daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de bang li rayedarên Iraqê hate kirin ku lêkolînek pîşeyî û serbixwe li ser gorên komî yên ku li parêzgeha Enbarê hatîn dîtin were kirin.

Her wiha Navendê hişyarî da ku berî qedandina lêkolînên bijîşkî yên dadwerî û analîzên DNA’yê, divê ev dosya nebin amûreke propagandaya siyasî û nêrînên pêşwext li ser neyên ferzkirin.

Navendê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew bangên saziyên civakî, rêxistinên mafên mirovan û malbatên qurbaniyan ên di derbarê van gorên komî de ‘bi fikareke kûr’ dişopînin.

Her wiha, navendê nerazîbûna xwe li dijî daxuyaniyên ‘lezgîn’ nîşan da ku bêyî lêkolînên pêwîst û bêyî guhdarîkirina şahidên malbatên windayan û niştecihên herêmê, cenazeyan vedigerînin dem û serdemek diyarkirî.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her cenazeyekî hatiye dîtin, yê mirovekî xwedî nav, malbat, maf û bîranîne, ji ber vê yekê her goreke komî encama sûcekê ye û divê li gorî pîvanên herî bilind ên dadwerî û hiqûqî were parastin û lêkolînkirin.

Navendê tekezî kir ku ragihandina zû ya nasnameya qurbaniyan an dema binaxkirina wan, weke ‘reşkirina rastiyê’ û bêrêziya li hemberî êşa bi hezaran malbatên windayan tê hesibandin.

Di heman demê de hat gotin ku parêzgeha Enbarê, bi taybetî piştî sala 2014’an, rûbirûyî binpêkirinên mezin bûye û wiha hate ragihandin: “Ev binpêkirin wekî girtinên kêfî, windakirina bi darê zorê û kuştinên derveyî yasayê pêk hatine, bi taybetî li wan herêmên ku operasyonên leşkerî û ewlehiyê lê çêbûne û komên çekdar an milîsên ser bi desthilatdariyê ve tê de cih girtine.”