Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Muxafizên şoreşê: Tengava Hurmuzê bi temamî di bin kontrola me de ye

Muxafizên Şoreşê yên Îranê ragihandin ku Tengava Hurmuzê bi temamî di bin kontrola wan de ye û her keştiyek ku hewl bide ji tengavê derbas bibe wê bibe hedef.

Li gorî medyaya Îranê, Berpirsê Hêza Deryayî yê Muxafizên Şoreşê  Zarî Mihemed Ekberzade ragihandiye, Tengava Hurmuzê niha bi temamî dibin kontrola wan deye û keştiyek ku hewl bide derbaz bibe, wê bibe hedefa wan.

Tengava Hurmuzê ku Kendava Basrayê bi Kendava Omanê û deryayên vekirî ve girêdide wekî rêyek avê ya stratejîk tê zanîn ku beşek girîng a bazirganiya petrolê ya cîhanî ji wir derbas dibe. Pispor diyar dikin ku girtina tengavê dikare di bazarên cîhanê rê li ber guherînên cidî veke û di serî de wê aboriyên pêşkeftî yên ku girêdayî enerjiyê ne bihejîne.