Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Muxafizên Şoreşê: Deriyên dojehê wê bên vekirin

Muxafizên Şoreşê yên Îranê hişyarî da ku êrîşên li dijî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îsraîlê wê bidomin.

Berdevkê Muxafizên Şoreşê Alî Muhammed Naînî daxuyanî da televîzyona dewletê û got, her du welêt wê timî rû bi rûyê “êrîşên cezakirinê” bimînin.

Naînî diyar kir ku “ji bo DYE û Îsraîlê wê deriyên dojehê her kêlî hinek din jî bên vekirin” û got, Îran wê bersivdayînê bidomîne.

QATAR: ÊRÎŞÊN LI SER BALAFIRGEHÊ WÊ BÊN ASTENGKIRIN

Li aliyê din Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qatarê Macid el-Ensari ragihand ku Balafirgeha Navneteweyî ya Hamad bûye hedefa êrîşên Îranê, lê hemû hewldan hatin astengkirin.

El-Ensari diyar kir ku fuze ji aliyê sîstemên parastina hewayî ve hatine xistin û yek ji wan jî negihiştiye balafirgehê. Qatar anî ziman ku ji dema ku êrîş destpê kirine û vir ve bi Îranê re neketiye nava peywendiyê.