Malikî: Pirsgirêkên Iraq-Herêma Kurdistanê bi peymanên demkî çareser nabin

Nurî el-Malikî diyar kir ku pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistan û Iraqê bi lihevkirinên demkî çareser nabin û ragihand ku komên çekdar amade ne bikevin bin kontrola hikûmetê.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nurî el-Malikî têkildarî peywendiyên navbera hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraqê, her wiha bêçek kirina komên çekdar ên Şîa axivî.

Nurî el-Malikî di derbarê hebûna komên çekdar de got:  “Komên çekdar amade ne bikevin bin kontrola hikûmetê û çekên xwe yên giran radest bikin.”

Malikî di derbarê hilbijartina serokwezîrê nû yê Iraqê de jî got: “Çarçoveya Hemahengî pîvanek diyarkirî ji bo serokwezîrê nû daniye. Lê biryar nedaye ku serokwezîrê niha (Sudanî) carek din nebe serokwezîr.”

Di derbarê nakokiyên navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta Iraqê de jî Malikî got: “Nakokiyên navbera Herêm û Iraqê bi lihevkirinên demkî çareser nabin. Pêwîstî bi danîna yasayê û pêvajoya siyasî ya piştî hilbijartinê heye. Ji bo çareserkirina gelek ji van nakokiyan pêwîstî pê heye biçim Herêma Kurdistanê.”

Di dawiyê de jî Malikî got: “Em naxwazin bibin beşek ji nakokiyên navbera Îran û Amerîkayê, em dixwazin bibin navbeynkar. Wê Iraq nebe beşek ji peymana Abraham yan jî ti peymanek din a ewlehiyê ya li gel Îsraîlê.”

Tê payîn ku îro Nurî Malikî serdana Hewlêrê bike, li gel rayedarên PDK’ê û Herêma Kurdistanê di derbarê avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de hin hevdîtinan bike.