Li Xezeyê ji sedî 98 erdên çandiniyê wêran bûne

Li Xezeyê ji sedî 98 erdê çandiniyê û daristan ji ber êrîşên Îsralê yên ji sala 2023’yan ve tên kirin wêran bûne. Pispor diyar dikin ku di dîroka nûjen de wêrankirina bi vî rengî tineye.

Piraniya erdên çandiniyê û daristanên li Xezeyê ji ber êrîşên Îsraîlê yên ji sala 2023’yan vir ve tên kirin wêran bûne.

Ji Zanîngeha Beytlehmê biyolog Mazin Qumsiyeh diyar kir ku piraniya serayan û daristan wêran bûne.

Ji Zanîngeha Kent State ya Ohioyê He Yin diyar kir ku ev wêrankirin di dîroka nûjen de li gorî pevçûnên din ên li Sûriye û Çeçenistanê kêm tê dîtin.

Li Xezeyê ya beriya şer, çandinî hem navenda aboriya herêmê bû û hem jî beşek girîng a nasnameya çandî ya Fîlîstînê bû.