Li Xezeyê di nava rojekê de herî kêm 24 kes mirin

Ajansa Nûçeyan a Fîlîstînê WAFA ragihand ku roja Şemiyê li herêmên cuda yên Şerîda Xezeyê, di encama bombardûmana Îsraîlê de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku piştî gulereşandina 'êrişkarê çekdar' a li serl eşkerên wan ên li başûr, wan dest bi bombekirina hedefên Hamasê kirine û êrişkar hatiye kuştin. Alî bi binpêkirina agirbestê hevdu sûcdar dikin.

Li gorî WAFA'yê, roja Şemiyê li herêmên cuda yên Şerîda Xezeyê, di bombardûmanên Îsraîlê de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Parastina sivîl a li Xezeyê ya di bin kontrola Hamasê de ye beriya niha diyar kiribû ku 21 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî rapora Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ya 22'ê Mijdarê, ji dema ragihandina agirbestê û vir ve 318 Fîlîstînî hatin kuştin, 788 kes birîndar bûn.