Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Li ser sînorê Kerbela-Necefê êrişa hewayî ya li dijî leşkerên Iraqê

Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê ragihand ku li ser sînorê Kerbela-Necefê êrişek li dijî hêzên wan hatiye kirin.

Li gorî Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê serê sibehê hêzeke ser bi Fermandariya Operasyonên Kerbelayê, dema li ser erkê xwe bû li herêmê navbera parêzgeha Kerbela û Necefê hate bombekirin.

Li gorî fermandariyê êrişek hewayî pêk hatiye. Hate ragihandin ku di encama êrişa hewayî de, leşkerek Iraqê miriye û 2 jî birîndar bûne.

Heya niha nayê zanîn ji bo çi ev êriş pêk hatiye û ji aliyê kê ve hatiye kirin.

Hêjayî gotinê ye ji 28’ê Sibatê ve balafirên Îsraîl-Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê gelek caran baregehên Heşdî Şeebî bombebaran kirin. Lê ev cara yekem e ku leşkerên artêşa Iraqê dibin hedef.