Li Kormorê hilberîn jinûve destpê kir

Li gorî di medya Iraqê de hatî ragihand hilberîna gazê ya li Qada Gazê ya Kormorê beriya demek kurt dubare destpê kir.

KORMOR

Rojnameya Sebah a Iraqê ragihand ku beriya demek kurt hilberîna gazê ya li Qada Gazê ya Kormorê dubare destpê kir.

Beriya niha Berdevkê Wezareta Elektrîka hikûmeta demkî ya Herêma Kurdistanê Umêd Ehmed ragihandibû ku dema ku hilberîna gazê ji nû ve destpê kir, li Kontrola Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê ji bo normalîzekirina hilberîna elektrîkê 24 saetan zêdetir pêwîste.

Hêjayî gotinê ye ku direngiya şeva 26’ê Mijdarê, du caran êrişê Qada Gazê ya Kormorê hate kirin. Yek ji êrişan negihişt armanca xwe lê di êrişa din de tankera gaza şil (LPG) ya Saziya Kormor ya Herêma Kurdistanê bi roketê hat hedefgirtin û şewateke mezin derket. Hilberîna gazê ya li kêlgehê rawesta û ji sedan 80’yê welatiyên Herêma Kurdistanê bê elektrîk man.

Duh şandeya hevbeş ya hikûmeta demborî ya Herêmê û hikûmeta Iraqê, serdana Qada Gazê ya Kormorê kirin û piştre ragihandin ku wê di nava 72 saetan de encama lêkolînê eşkere bikin.